FlaşKultur

Taxên Krîstiyan ên li Kerkûkê ber bi valabûnê ve diçin

Li bajarê Kerkûkê pêla koçberbûna Krîstiyanan berdewam e. Ji ber rewşa nebaş a ewlehiyê û astengiyên li pêşiya jiyanê, taxên Krîstiyanan ber bi valabûnê ve diçin û dêrên bajêr di bin metirsiya veguherîna bo muzeyan de ne.

Ji ber mercên giran ên herêmê, beşeke mezin a Krîstiyanên Kerkûkê neçar mane ku cih û warên xwe bicih bihêlin. Ev koçberî bi du awayan pêk tê; beşek ji malbatan berê xwe didin bajarên Herêma Kurdistanê (bi taybetî Hewlêrê) û beşekî din jî bi temamî koçî welatên Ewropayê dikin.

Qeşeyê Dêra Sê Kaniyan a li Kerkûkê Eyad Silêwe derbarê vê rewşê de amarên nû aşkere kirin. Silêwe diyar kir ku koçberiya bo derve bandoreke gelekî giran li ser hejmara wan kiriye û wiha got: “Ji bilî kesên ku çûne Ewropayê, di navbera 300 heta 400 malbatên Krîstiyan ên Kerkûkê de koçî bajarên Herêma Kurdistanê kirine.”

Ev pêla koçê li taxên Krîstiyanan bi zelalî tê hîskirin. Gelek xanî niha vala ne û dîmenê taxên dîrokî guheriye. Krîstiyan beşeke giring û kevnar a mozaîka çandî ya Kerkûkê ne, lê bi vî rengî metirsiya windabûna wan derketiye holê.

Metirsiya herî mezin ew e ku di salên pêş de dêrên bajêr bibin “muze”. Heke ev koçberî neyê sekinandin, dê li dêran ti bawermend û nimêjker nemînin ku sirûd û nimêjên olî bixwînin, ev jî tê wê wateyê ku dêr dê tenê wekî avahiyên dîrokî û bêdeng bimînin.

Tevî vê pêla mezin a koçberiyê, hinek malbatên Kirîstiyan hîn jî li ber xwe didin. Welatiya bi navê Fatên Rehîm diyar kir, tevî hemû zehmetiyan ew û malbata xwe naxwazin ji Kerkûkê derkevin û wiha got: “Me qurbaniyên mezin dane. Em pexşan in û hêvî dikin ku ev êşên me li vî welatî bi dawî bibin.”

Lê piraniya Krîstiyanên bajêr wekî Fatên nafikirin û ji bo jiyaneke ewletir berê xwe didin herêm û welatên din, ku ev yek pêşeroja hebûna Mesîhiyan li Kerkûkê dixe nava gumaneke mezin.

Back to top button