
Di çarçoveya bizavên nehêlana xetimîna siyasî û asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê de, ku rasterast bandorê li ser jiyana welatiyan û tevgera bazarê dikin – şanda PDKê amadekariyên xwe temam kirine û tê çaverêkirin ku di vê hefteyê de civînên xwe yên li gel aliyên siyasî dest pê bike.
Çavkaniyekê ji Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Kurdistan24ê re ragihand ku lîjneyeka taybet bo bicihanîna pêşengiya Serok Barzanî hatiye avakirin.
Li gorî wê çavkaniyê, endamên wê şandê ev in: Endamê Mekteba Siyasî Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya PDKê li Hewlêrê Piştîwan Sadiq û Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemmed.
Li ser dema destpêkirina gera danûstandinan, wê çavkaniyê diyar kir ku piraniya aliyên siyasî û pêkhateyan pêşwaziya vê pêşengiyê kiriye û amadebûna xwe bo civînan nîşan daye. Niha tenê çend aliyên kêm mane ku bersiva dawiyê nedaye; PDK jî li benda bersiva wan e ji ber ku ew dixwaze hemî alî di vê pêvajoyê de pişkdar bibin.
Ev civîn tenê bi çalakkirina parlamenê û avakirina hikûmetê ve sînordar nabin, belkî armanca wan a mezintir pêkanîna lihevhatina nîştimanî û yekhelwestiya hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.
Li ser asta navdewletî jî, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê mijara pûtepêdanê ye. Di vê çarçoveyê de, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, tevî pêşwazîkirina li pêşxistina hevahengiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, daxwaz ji aliyan kiriye ku lezê di avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin, daku tenahiya deverê bê parastin.


