CîhanFlaş

Donald Trump: Tengava Hurmuzê ji bo keştiyan ji nû ve hate vekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku tankerên petrolê dest bi derbasbûna ji Tengava Hurmuzê kirine.

Di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî Truth Social, Serok Trump diyar kir ku gelek tankerên petrolê ji Tengava Hurmuzê derketine û rêwîtiya xwe didomînin. Trump got ku piraniya keştîyan petrolê hildigirin û rêya “otobana” başûr bikar tînin, ku wî wekî “bi tevahî ewle, ewle û bênavber” bi nav kir. Wî her wiha tekez kir ku rêyên alternatîf hene.

Di posta xwe ya medyaya civakî de, Trump got:

“Keştîyên ku bi piranî petrolê hildigirin, dest bi tevgera ji Tengava Hurmuzê kirine. Ew li ser ‘Otobana’ Başûr, ku bi tevahî ewle, ewle û bê asteng e, dimeşin. Rêyên din ên rêwîtiyê jî hene!!!”

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand ku DYA û Îran gihîştine rêkeftinekê, û diyar kir ku “operasyonên leşkerî li hemû eniyan, tevî Lubnanê, tavilê û bi awayekî mayînde hatine rawestandin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî piştrast kir ku bi Amerîkayê re rêkeftinek hatiye kirin û ragihand ku memorandûma têgihîştinê dê di 19ê Hezîranê de li Swîsreyê were îmzekirin.

Back to top button