Di Platforma Neteweyî ya Kurd de cudahî..!

Di Platforma Neteweyî ya Kurd de, 16 Endaman Bi Navê Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê Îstifa Kirin
Di Platforma Neteweyî ya Kurd de, ku di 28-29ê Adarê de li Dîyarbekirê civiya û bendewariyên erênî di raya giştî de pêkanî, cudahiyek çêbû. Komek ji 16 endamên platformê îro bi navê “Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê” veqetîna xwe ragihandin. Daxuyaniya ku ji hêla endamên veqetiyayî ve hatî weşandin îdia dike ku xebatên platformê ji rêbazên demokratîk dûr ketine.
Daxûyaniya kesên ku cudahiya xwe ragihandîn wehaye:
Konferansa Platforma Neteweyî ya Kurd a di 28-29’ê Adarê da li dar ket hêviyeke mezin peyda kiribû ji ber aliyên cuda yên derdora siyasî yên Kurd li ser zemîneke neteweyî ya hevpar anîn cem hev.
Ev konferansa ku 225 rewşenbîr û çalakvanên siyasî yên Kurd ji dîtinên cuda lê beşdar bûn, ji bo avakirina vê neteweyî ya hevpar û pirali ku ev salên dirêj bûn hewcedarî pê hebû, wekî gaveke girîngba dilhat dîtin. Lê belê pêvajoya piştî konferansê pirsgirêkên giran bi xwe ra anîn ku zerarê didin van hêviyan. Bi demê ra di nav platformê da helwandên grûbeke siyasî eşkere bûn ku dixwest berê platformê li gorî roja xwe ya siyasî diyar bike.
Di demekê da ku piraniya deleganên konferans wekî pêvajoya avakirina platformeke neteweyî dinirxand, grûba navborî heman pêvajoyê wekî zemîna avakirina partiyeke siyasî dît. Nîşaneya herî eşkere ya vê nêzîkbûnê ew bû metneke nêzîkî du sal berê ji bo pêkhateya siyasî ya bi navê “Dêstpêka Nû” hatibû amadekirin wekî danezana encamnameya konferansê pêşkêşî raya giştî kirin. Bi vê nêzîkî ra wan nexwest nîqaşên di konferansê da hatin kirin, nêrînên hatin derbirîn û biryarên ku hatin girtin bigihîje ber raya giştî. Wan metneke ku vîna hevpar a deleganên temsîl nake belav kir.Wekî nûnerên platformê, me daxwaz kir ev şaşî bê sererastkirin.
Lê belê daxwazên me bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê, li gorî qeydên konferansê resmîvisa encamnameyeke nû hate amadekirin. Lê vê carê jî li dijî wan rexneyên di metnê da derketin ku li ser politîkayên rejîmê û li ser projeyên tevgera apoî bûn. Wekî hîncet jî îdia kirin ku ev îfadeyên navborî wê platformê bi van derdoran ra bîne pêşberî hev.Nîqaşên qewimîn di nav platformê da tenê meydar û ku platformê veguherîne pêkhateyeke siyasî, di heman demê da ku nêzîkbûneke siyasî dipejirîne ku mesafeyeke zelal naxe navbera xwe û rejîmê û hevkariyê.
Li gel vê, di dirêjahiya pêvajoyê da bi eşkereyî hate dîtin ku li hemberî hewldanên ji bo hevgirtina hêzên neteweyî ji helwesteke sar û dûr hatiye nişandan.Tevî hemû îtîrazên me jî danezana encamnameyê ku nêrînên deleganên tenê di asteke sînor da nîşan dida piştî çend hefteyan karîbû bê weşandin. Tevî vê yekê jî, ji bo ku em têkiliya xwe ya bi hevalên dilsoz û xwedî hestiyariyên neteweyî ra bimeşînin em di nav platformê da man. Lê rojên piştî wan şêwrên xebatê yên di nav platformê da bi tevahî jî rêbazên demokratîk dûr xist. Meclisê bêfonksiyon hate hiştin, astengî li ber derbirîna nêrînên cuda hate danîn û hin hewldan xuya bûn ew dixwazin platformê bixîn bin kontrola derdoreke teng.
Pêşniyazên me yên ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan li ser zemîna meclisê jî bi şertê îstifakirina rêberiyê bi cih hat. Di civîna dawî da, dema em li benda nîqaşkirina babetên li ser pîvanên xebata hevpar a girtina biryaran bi rêya konsensûsê (lihevkatinî) bûn, lîsteyeke amadekirî ya rêberiyê li ser platforma me hate ferzkirin. Bi vî rengî, bi eşkereyî derket holê ku li şûna têgihiştina platformeke pirali ya li ser bingeha aqilê hevpar, tê xwestin têgihiştina rêberiyeke yekalî bibe serdest. Ji ber van hemû sedeman, em gihiştin wê qenaetê ku di nav platforma heyî da êdî ne pêkan e em bi xwediyên vê têgihiştinê ra bimeşin. Ji ber vê yekê, wekî nûnerên platformê navber wan li jêr nivîsandî, em rêya xwe vediqetînin û em biryardariya xwe ya ji bo domandina xebatên xwe yên li ser bingeha mafên kolektîf ên miletê Kurd, vîna nûneriya demokratîk û perspektîfa yekîtiya neteweyî di bin sîwana banekî nû da, bi rêzdarî ji raya giştî ya Kurdistanê ra radigihînin. Di vê pêvajoyê da em spasdarên her kesê ne ku bi dilsozî ked dane û tevkarî kirine û em careke din destnîşan dikin ku ji bo paşeroja hevpar a miletê Kurd lêgerîna yekîtiyeke neteweyî ya demokratîk, pirali û rasteqîn girîngbûna xwe didomîne.
“Em hêvî dikin li ser binyada sereta û prensîbên neteweyî yên miletên azad bi pêkhateyên neteweyî yên heyî ra û bi yên sîberoje ra werin ba hev.”
Bi rêzdarî!Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê
- Aryan Serhad
- Aydin Roni Dere
- Diyax Polat
- Hasan Doğan
- Havzullah Kutum
- Hûsamettin Turan
- Kadir Satık
- Medeni Duran
- Mesut Tokay
- Oruç Sural
- Serhad Rohat
- Sevgi Çelik
- Şêrê Dosebiya
- Vahdet Daş
- Welat Kılıçaslan
- Zozan Bakurî


