Li Amerikayê êrîşê mizgeftekî hat kirin
Êrîşê mizgeftekî li Navenda Îslamî ya San Diego ya li Kalîforniyayê, hate kirin. Gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û di pevçûna piştî êrîşê de herî kêm sê kes hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. Piştî êrîşê, du êrîşkaran, 17 û 19 salî, xwe kuştin.
Êrîşek çekdarî ji aliyê du kesan ve li Navenda Îslamî ya San Diego li Kalîforniyayê pêk hat.
Polîsan di derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand. Polîsên Dewletên Yekbûyî diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm sê kes mirine. Gelek kesên di mizgeft ê de birîndar bûne.
Xwendekarên li herêmê di bin çavdêriya polîsan de bi ewlehî hatin derxistin û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Rayedaran lêpirsînek berfireh li ser nasnameya êrîşkaran û sedema êrîşê dane destpêkirin. Her du êrîşkaran, ku bi hêzên ewlehiyê re şer kirin, xwe kuştin.
Konseya Têkiliyên Amerîkî-Îslamî (CAIR) derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniyê destnîşan kir ku zarokên ku di dema êrîşê de perwerdehiyê didîtin jî di avahiyê de bûn û “gelek kes hatin gulebarankirin”, û êrîş şermezar kir.


