Trump Elî Zeydî vexwend Qesra Spî

Serokê Amerîkayê Donald Trump pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû hatî destnîşankirin Elî Feleh el-Zeydî kir. Her wiha Trump destnîşankirina Zeydî wek serokwezîr destpêka “sezoneke nû ya mezin” di têkiliyên di navbera herdu welatan de wesif kir..
Trump telefonê kir. Di axaftinê de, Trump pîrozbahî li Zeydî kir ji ber tayînkirina wî ji bo avakirina kabîneya nû û jê xwest ku piştî avakirina hikûmetê serdana Qesra Spî bike.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de di warên cûda de kirin û ji nû ve piştrast kirin ku hevkariya dualî dê ji bo xurtkirina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn berdewam bike.
Trump li ser Twitterê nivîsand: “Pîrozbahî li Elî Feleh el-Zeydî dikim ji bo tayînkirina wî wekî serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê.” Trump got ku wî ji hikûmeta nû ya Iraqê re serkeftin xwestiye di dabînkirina pêşerojek ronîtir û bê terorîzmê de.
Trump got: “Ev destpêka sezoneke nû ya mezin di navbera neteweyên me de ye. Refah, aramî û serkeftinek bêhempa,”


