Nêçîrvan Barzanî bo serokwezîrên Iraqê: Em piştevan in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Elî El-Zeydî bi bûneya raspardina wî bi posta serokwezîrên Iraqê kir û got, em piştevan û hevkar in.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser platforma “X” peyameke pîrozbahiyê derengiya şêvê belav kir û got, “Em pîrozbahiyê li birêz Elî El-Zeydî bi bûneya berbijêrkirin û raspardina wî bi posta serokwezîrên Iraqê dikin”.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Hêviya serkeftinê di erkê wî de ji bo pêkanîna hikûmeteke niştîmanî giştgir, jê re dixwazin, ku hêviyên gelê me li tevaya Iraqê bi cî bike û kar li ser avakirin û seqamgîriyê bike”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Em piştevaniya xwe û karê li gel wî ji bo pêşerojeke baştir bo tevaya Iraqiyan, tekez û piştrast dikin”.


