Civak
Li Diyarbekirê bi sedan kes tevlî MHPê bûn..!

Miktat Arslan, Serokê MHPê yê Dîyarbekirê, diyar kir ku nêzîkî 500 kes li Dîyarbekirê tevlî partiya wan bûne.
Ji bo pîrozkirina endamên nû, li Navenda avahiya MHPê ya Dîyarbekirê merasîmek hate lidarxistin. Serokê Parêzgeha MHP ya Dîyarbekirê Miktat Arslan di merasîmê de axivî û got: ” Di Dê gelek kes ji partiyên din jî tevlî partiya me bibin. MHP îro bi 17 rêxistinên navçeyan li Dîyarbekirê çalak e. PMHP li Dîyarbekirê siyaseta xwe ya welatparêz pêşxistiye. “
” Wekî Partiya Tevgera Neteweperest, em ê di hilbijartinên giştî yên 2028an de hewlên xwe zêde bikin, û bi îzna Xwedê, emê nûnerekî xwe rêkin parlementoyê. “


