Cîhan

Îran: Kontrolkirina Tengava Hormuzê dê heta hetayê di destê me de be

Berdevkê Wezareta Parastinê Reza Talaei roja Yekşemê bi şev, di mîtînga alîgirê hikûmetê de li Qada Heravî ya Tehranê got: “Me di şerê dawî de bi piştgiriya Eniya Berxwedanê heft serkeftinên mezin bi dest xistine.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê xal wekî “serkeftina Îranê û têkçûna dijmin” di şer de dabeş kir.

Têkçûna dijmin di serketina hêzên leşkerî yên Îranê de.

Têkçûna hewldanên hilweşandina Komara Îslamî.

Parastina axa Îranê û têkçûna plana parçekirinê.

Têkçûna hewldanên afirandina kaosa navxweyî.

Têkçûna hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî Îranê.

Xurtkirina yekîtiya neteweyî û têkçûna dabeşbûnê.

Têkbirina her destwerdanek li Tengava Hurmuzê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê got ku sê armancên wan ên din hene ku… li qada şer an dîplomasiyê bi dest bixin: “cezakirina êrîşkaran, wergirtina tezmînatê û jiholêrakirina gefan ji bo bidestxistina ewlehiyek mayînde.

“Balafirên wan ên şer ên herî pêşketî li hewayê hatin xistin û gelek ji wan di nav baregehên wan ên leşkerî yên li erdê de hatin hilweşandin,”

Back to top button