Civak

Ferqa di navbera herdu partiyan de tenê 1.9 puan e.

Dezgehên Lêkolînan li Tirkiye her çendekî ji bo rewşa siyasî ya partiyan rapirsîna li dartêxin. Her carê encamên cuda derdikevin holê. Lê li Tirkiye barometra siyasî jî wek bazarê geh li jêr geh li jore.

Herî dawî dezgehek a lêkolînê bi navê Özdemir Research encamên anketa xwe ya hilbijartinên giştî ya di navbera 23-28ê Adarê de weşand.

Li gorî rapirsîna ku bi 2012 hilbijêran re li 31 parêzgehan hatiye kirin, AK Partî di rêza yekem de ye.

Li gorî encamên rapirsînê, AK Partî bi 1.9 puanan li pêş CHPê ye.

AK Partî: %31.4 (AK Partî di hilbijartinên giştî yên berê de %35.62ê dengan wergirt.)

CHP: %29.5 (CHP di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê de %25.35ê dengan wergirt.) Li gorî van encaman, xuya ye ku CHP rêjeya dengên xwe zêde kiriye.

Partiyên Din:

MHP: %8

Partiya DEM: %8.7

Partiya İYİ: %6.6

Partiya Sereke: %5.3

Partiya Serkeftinê: %2.6

Partiya Refahê: %3

TİP: %1.8

Yên Din: %3.1

Back to top button