Li Sêrtê “Koma Xwendinê ya Celadet Alî Bedirxan” hate damezrandin
Li bajarê Sêrtê xwendevan û dildarên ziman û wêjeya Kurdî li bin banê Şaredariya Sêrtê “Koma Xwendinê ya Celadet Alî Bedirxan” damezrandin. Endamên Koma Xwendinê îro (13.12.2013) li Pirtûkxaneya Şaredariyê ya Celadet Alî Bedirxan civîna xwe ya pêşî kirin. Komîteya Koma Xwendinê şert û mercên endametiyê diyar kirin; di derbarê xebatên xwe de jî agahiyên xwe parve kirin.
Koma xwendinê hinek xebatên xwe eşkere kirin. Endamên Koma Xwendinê wê cara ewil li ser romana Mehmed Uzun ya bi navê “Bîra Qederê” rawestin. Koma Xwendinê bi her awayî (ziman, teknîk, şêwaz, şayeser, mijar, tema, berawirdkirin, peyam, zîhniyet û hwd.) dê li romana “Mehmed Uzun” a bi navê “Bîra Qederê” hûr bibe.
Li gel ciwanên Zanîngeha Sêrtê û mamosteyan ji rojnameya me “Siirtten Ote”yê jî 6 nivîskarên me, Hêja Rana, Nûrcan Sartik, Selamî Esen, Omer Toprak, Beşîr Guçlu û Yilmaz Aksû di rêveberiya vê xebata pîroz de ne. Em jî wek malbata “Siirtten Öte”yê vê xebata Şaredariya Sêrtê û dildarên wêjeya Kurdî pîroz dikin!
Koma Xwendinê Wê Çi Bike?
Koma Xwendinê wê xebata xwe li ser pêşxistina xwendin, rexne, şîrove û vegotinzaniya berhemên Kurdî yên wêjeyî bike. Wê endamên komê sê hefteyan carek li Pirtûkxaneya Şaredariya Sêrtê a Celadet Alî Bedirxan kom bibin û berhemeke Kurdî ya wêjeyî diyar bikin. Wê her endam berhema ku hatî diyarkirin di nava sê hefteyan de bixwîne. Dema komê civîna xwe li dar xist wê endamên komê nîşeyên ku di derbarê berhemê de girtine bidin der; raman, rexne û şîroveyên xwe bi devikî an jî bi nivîskî parve bikin û nîqaşê li serê bikin. Piştî raman, rexne û şîroveyan wê ji aliyê Koma Xwendinê ve di derheqê berhemê de raporeke giştî were girtin.
Armanca Koma Xwendinê ya Celadet Alî Bedirxan Çi Ne?
· Li bajarê Sêrtê pêxistina agirê wêjeya Kurdî û ji asîmîlasyona ku desthilatdar li ser Kurdan dimeşînin re bûyîna bersiveke têr û tejî .
· Pêşxêstin û teşwîqkirina xwendina berhemên Kurdî yên wêjeyî.
· Danasîn û lêhûrbûyîna vegotinzaniya berhemên Kurdî yên wêjeyî.
· Geşkirin û rêlêvekirina rexneya wêjeya Kurdî.
· Lidarxistina xebat û çalakiyên li ser wêjeya Kurdî (gotûbêj, panel û hwd.).
Çavkanî: Siirttenote