Civak

Weşanek a AVA TVê rojev guhert…

Pêşkêşvana nûçeyan a AVA TV, Süreyya Hesarî nûçe digotin, di weşana nûçeyan de wêneyêk Ocalan û hevalên wî yê Îmraliyê di ekranê de nîşandidan, lê vê carê rûyê Ocalan hatibû reşkirin û naxweya. Yanî rûyê Ocalan di wene de girtî bû.

Ev yek di medya civakî de bû mijareka rojevê. Di medya Civakî de ev weşan gihat temeşevanek berfireh.

Gelek bikarhêneran peyamên piştgiriyê parve kirin. Bi taybetî şîroveyên li ser platformên medyaya civakî helwesta Hesarî wekî “berbiçav” û “prensîb” bi nav kirin.

Di postên ku bi lez bi hezaran têkilî bi dest xistin de, beşek girîng ji bikarhêneran piştgirî dan hilbijartina weşanê ya AVA TV, di heman demê de hinan jî argûman kirin ku divê ev mijar ji perspektîfa exlaqa medyayê ve were nîqaş kirin.

Medya PKKê û hinek şûrkêşên Ocalan ku, sixûrîya wan a dewletê hatiye tescîlkirin wek Amed Dicle li dijê AVA TV dest rexneyan kirin û ev bûyer şermezar kirin. Behsa ehlaqê weşana Televizyonî û medyayê kirin.

Niha  medya PKKê û ew bê ehlaqên îro vê bûyerê şermezar dikin, bi hezarê cara sivikahî tevgera azadixwaza Kurdistanê kirine. Hezarê cara li himber PDKê û Barzaniyan derew kirine û bê rêzî û bê ehlaqiya herî mezin kirine.

Bi hezarên cara li dijê destkeftiyên Kurda li gel dijmin hevkarî kirine. Wan gulê li tenişta hêzên dijminên Kurdistanê berdanê dilê tevgera azadîxwaz a Kurdistanê.

Îro ji bo weşanekî bi vî awayî PDKê û Barzaniyan tawanbar dikin.

Hêdî civaka Kurd hun naskirin. Sîxûriya we bi destê we hate tescîlkirin. We hemî nirxên Kurdistanê belaşî pêşkêşî xwediyên xwe yên dagirker kirin .. Hêdî hun behsa çi ji bo çi dikin.. Valeye…

Back to top button