Berî her tiştekî, şiyan
Li gorî pêşveçûnên li ser qada siyasî ya Herêma Kurdistanê û ew guherînên têne kirin piştî her proseyekê, hilbijartin û pêkanîna kabîneyeka nû ya hikumetê ji bo mînak, weha dixaze berî destnîşan kirina aliyan û kesan bo postên diyar, danustandin û li hev tê gihiştin û rêkkeftinên siyasî li navbera aliyên serkeftî yê yekê û aliyên din hebe bi merema pêkanîna kabîneyeka çalak û bi mifa wergirtin ji xalên hevbeşên tevahiya aliyan. Piştî vê pêngavê vêca aliyên ya hizb dê kesên xwe diyar bikin û biryarê li ser bidin ji bo birêvebirina wî postê behra wî aliyî ye. Di vêrê da berpirsiyariyeka mezintir li ser milê wî hizb û aliyê ye ji ber ku ew dê kesê xwe ji bo wî postî diyar bike. Di encamê da ew kes ne tenê berpirsiyaretiya hizbî li ser milê wî ye belkî berpirsiyariya exlaqî û wîjdanî hember tevahiya mîlletê Kurde. Kertê hikumî kertê giştî ye û pêdivî ye di xizmeta giştî da bê û bi yek çav li hember berpirsiyaretiya xwe da serderiyê bike. Ji ber giraniya vê berpirsiyariya dîrokî pêdiviye hizb ew kesê hildibijêre baş jê pişt rast be ku dê bibe cihê razîbunê ji aliyê xelkê ve. Mixabin ez dibînim hêşta em negihiştîne wê qonaxê bi tenê bi pêverên diyarkirî û eşkere kesên xwe hilbijêrîn û xwe ji gileyî û gazindên civakî xelas bikîn û me bersîv hebê ji bo wan pirsiyarên herdem (bi çi pêver ev kese li vî postî hatiye danîn) Bila kar bikîn welatê xwe bikîn welatê pêveran.
Babetekê din yê diyar ew jî daxaziyeka afretên di nav part û aliyên Kurdistanî ya ji bo li berçav girtina rêjeya jinê di kabîna hikumetê da. Eve jî daxaziyeka di cihê xwe daye. Lê dîsan dibêjim ji bo her kesekê ku tête destnîşan kirin ji bo birêve birina postekê diyar çi jin çi zilam bila kesên hêja bin û hêjatî ne tinê bi mîzacî belkî bi pêverên zanistî û berî her tiştekî şiyan. Kesê xudan şiyan ji bo birêvebirina postekê berpirsiyar di encamê da hikumeteka bi şiyan.
Nermîn Sindî