Polîtîk

Serokê CHPê nameyek arasteyî serokê Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Ozgur Ozel êrîşa li ser avahiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir. Ozel bi vê minasebetê nameyek arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.

Nama serokê CHPê wehaye:

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî   

Serokê Herêma Kurdî ya Iraqê   

Serokê hêja,   

Bi dilekî xemgîn û endîşeyeke mezin min bihîst ku êrîşî mala we ya Duhokê hatîye kirin.

Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim; derbasbûyî be, ji bo we, malbata we û gelê Herêma Kurdî ya Iraqê selametîyê dixwazim

Eşkere ye ku armanca êrîşên bi vî rengî li hember aramî û îstîqrara herêmê ye.

Partiya me, li dijî her cûre tundî û şîdetê radiweste û wek prensîb diyalogê diparêze, ji bo ku li herêmê aştîyeke mayinde  were garantî kirin, dê her tim piştgirîyê bike,  

Bi vê wesîleyê ez hêvî dikim ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin û dixwazim di zûtirîn dem de li herêma me ewlehî, aştî û aramî pêk were.   

Özgür Özel   

Serokê Giştî yê CHP

(Partiya Gel a Komarî)

Back to top button