PKK kurê wê kuşt, BDP êrîşa wê dike
Parlementera AKP ya Amedê Oya Eronat ku li êrîşeke bombeyî ya ku PKK li bajarê Amedê de pêkanîbû kurê xwe ji dest dabû û Parlementoya Tirkiyê de jî rastî êrîşên Sirri Sakikê BDP yî hat.
Sakikê BDP yî li parlementoyê de êrîşî Parlementer Eronat kir ku jêre got: Ew jina ku keyfa janên xwe dikşîne tu dengê xwe bibre.
Eronat li hemberî êrîşên Sakik de got:Min wekî dayikek dest bi rêya xwe kir. Min xwest ku êdî zarok neyên kuştin û dayik negrîn, zarok bê bav û dayik nemînin. Ideolojiya Dayiktiyê çênabe. Ma minê çi bikira? Ma minê êş û jana kurê xwe bikşanda û rûniştima. Min rêya têkoşînê hilbijart. Min rêya çareseriyê hilbijart. Her cara ku ez derdikevim ser kursî li ser kurê min êrîşê li min dikin. Ez wan gotinên wanê kirêt ji bo vicdana raya giştî dihêlim.