Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzani nameyek ji Şahê Urdinê nameyek wergirt

Serok Nêçîrvan Barzani nameyek ji Şahê Mezin Abdullahê Duyem kurê Huseyîn, Şahê Keyaniya Haşimî ya Urdunê wergirt.

Di nameya xwe de, wî û Keyaniya Urdunê sersaxî ji Serok Nêçîrvan Barzani û malbatên şehîdên êrîşa bi droneyan a li ser Soranê ya di 24ê Mijdarê de xwestin û ji bo birîndaran şifaya bilez xwestin.

Şahê Urdunê her wiha êrîşa bi droneyan a duh li Duhokê ku mala Serok Nêçîrvan Barzani hedef girtibû bi tundî şermezar kir û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û parastina ewlehî û aramiya li Iraqê tekez kir.

Back to top button