Cîhan

Artêşa Sûrî hişyarî da Hizbullaha Libnanê..!

Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kiriye, ragihand ku ji nav axa Libnanê çend guleyên topan ber bi devera Sergayayê ya li rojavayê Şamê ve hatine avêtin û li nav axa Sûriyeyê ketine.

Di daxuyaniya fermî de hat destnîşankirin, endamên Hizbullaha Libnanê ev guleyên topan avêtine ser xalên artêşa Sûriyeyê. Her wiha hat aşkerekirin ku li ser sînorên navbera Sûriye û Libnanê, tevgera leşkerî ya Hizbullahê û şandina hêzên zêdetir bo ser sînor hatiye tespîtkirin.

Artêşa Sûriyeyê da zanîn, ew ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin û ji bo nirxandina bijardeyên guncav, wan peywendî bi fermandariya artêşa Libnanê re kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de artêşa Sûriyeyê hişyariyeke tund da çekdarên Hizbullahê û got: “Artêşa Sûriyeyê li hemberî her cure destdirêjî û êrîşeke li ser axa xwe bêdeng namîne û dê bi tu awayî çavê xwe ji binpêkirinan re negire.”

Back to top button