Civak

Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê beşekî sereke yê xebat û xweragiriya gelê me bûn

Serok Mesûd Barzanî peyamek li roja cîhanî ya jinan belav kir, û got jinên Kurdistanê beşekî sereke yê xebat û xweragiriya gelê me bûn.

Serok Barzanî di peyama xwe de da got, Bi bûneya 8 Adarê roja Cîhanî ya Jinan, pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û Iraq û Cîhanê dikim.

Serok Barzanî got, Pêzanîna me bi rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê heye. Jinên Kurdistanê beşekî sereke yê xebat û xweragiriya gelê me bûn û barê şoreş û qurabanîdanê li ser milê wan bû.

Serok Barzanî her weha hêviya bextewarî, serfirazî û serkeftinê ji bo hemû jinên Kurdistanê xwest.

Back to top button