Êrîşê bingehê Heşdî Şabî hat kirin..

Şevîdin li Nînewayê, di êrîşeke asmanî de li ser Lîwaya 33emîn a Heşdî Şebî şervanekî Heşdî Şebî hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Sahir Sultan, rêveberê Nexweşxaneya Leşkerî ya Zeyn el-Ebdîn li parêzgeha Nînewayê got, “Tabûra 1emîn a Lîwaya 33emîn di êrîşeke asmanî de hat hedefgirtin, çekdarek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.”
Sahir Sultan got ku tîmên Rêveberiya Xizmetên Bijîşkî ya Heşdî Şebî tavilê gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolîn û veguhestina birîndaran kirin.
Her wiha duh, li parêzgeha Nînewayê êrîşeke din li ser tabûrên Seyîd el-Şuheda, ku sekreterê giştî yê wê Ebûala Welaî ye, hat kirin.
Ev roja duyemîn a li pey hev bû ku baregeha tabûrên Seyîd el-Şuheda li Nînewayê rastî êrîşê hat.
Şaneya medyayê ya ewlehiyê ya Iraqê got ku êrîş ji aliyê balafirên “nenas” ve hatine kirin.
Di heman demê de, herêma Gehawî ya Enbarê, ku Lîwaya 45emîn a Heşda Enbarê lê ye, duh sê caran hate bombebarankirin.
Gehawî li ser sînorê di navbera Babîl û Enbarê de ye û nêzîkî Jurful Sexr e.


