Pasdar: Me pêla 21 emin a êrîşan destpêkir..!

Spayê Pasdaran dibêjin ku wan pêla 21emîn a êrîşan li ser berjewendiyên Amerîkî li herêmê û Îsraîlê dest pê kiriye.
Pasdar vê sibehê demjimêr 05:26ê sibehê destpêkirina pêla 21emîn a Operasyona Soza Mafê 4 ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, êrîş, di bin dirûşmeya “Ey Moaz el-Mu’minin” de, dê bi awayekî “tevlihev, berfireh û cihêreng” li dijî berjewendiyên Amerîkî li herêmê û çend hedefên di nav axa Îsraîlê de were kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêla êrîşên bi dron û mûşekan armanc ew bû ku li derdora Tel Avîvê hedefan bixin.
Demek kurt berî daxuyaniya Pasdaran, artêşa Îsraîlê got ku wan pêlek mezin a êrîşan li ser tesîsên binesaziya Îranê li Tehranê dest pê kiriye.
Di vê navberê de, medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku çend teqînên bihêz li rojhilat û rojavayê Tehranê hatine bihîstin.


