Cîhan

Erdogan vekirî bala Îranê kişand.!

Erdogan bi eşkereyî hişyarî da Îranê: Me hişyarî da, divê girîngiya dostaniya me were fêmkirin.

Serokkomarê tirkiye Recep Tayyip Erdogan di bernameyek a fitarê de axivî û behsa êrîşa Îranê kir.

Erdogan di derbarê mijarên rojane de daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku di derbarê mûşeka balîstîk a li Hatayê de hişyariyên pêwîst ji Îranê re hatine dayîn. Erdogan got, “Di rewşa ku ewlehiya welatê me bikeve xetereyê de, em bi hevrêziya bi hevalbendên xwe re bi baldarî hemî tedbîrên pêwîst digirin. Di bûyera duh de, me bi awayekî zelal û bê guman hesasiyeta xwe nîşan da. Me her wiha hişyariyên pêwîst dan da ku bûyerek bi vî rengî dubare nebe. Me girîngiya naskirin û teqdîrkirina dostaniya Tirkiyeyê tekez kir.”

Hinek xalên sereke yên axaftina Erdogan ev in:

“Cîhana me di dîroka nêzîk de demên bêhempa dijî. Her roj şer û pevçûnên çekdarî yên nû zêde dibin. Mixabin, civaka navneteweyî, nemaze cîhana Rojava, careke din tenê temaşeyî van hemûyan dike. Êrîşên hewayî yên li dijî cîranê me Îran, aloziyên herêmî gihandine astek metirsîyarî. Bi sedan sivîl, di nav de zarokên bêguneh jî, jiyana xwe ji dest dane. Moşek û dronên kamîkaze yên ku Îranê ji welatên din ên herêmê re şandiye, xetera belavbûna agir li deverek pir mezintir afirandine.

“EM ÊRÎŞA LI SER NEHÇÎVANÊ ŞERMEZAR DIKIN”
Em siyasetek hesas dimeşînin ku li ser ewlehiya 86 mîlyon kesan disekine. Em ê vê helwestê biparêzin. Axaftinên me yên telefonê bê navber berdewam dikin. Îro, me bi Serokwezîrê Malezyayê, Serokkomarê Fransayê û Serokkomarê Azerbaycanê re axivî. Min ji birayê xwe Îlham re xemgîniya xwe ya li ser êrîşa îro ya li ser Nehçiyanê anî ziman û êrîş şermezar kir. Em ê dîplomasiya xwe ya piralî bidomînin da ku pêşî li rijandina xwînê û windakirina bêtir jiyana bêguneh li herêma me bigirin. Divê kes xem neke. Bi destûra Xwedê, Tirkiye dê bi serkeftî ji vê aloziya herêmî derkeve.

Back to top button