Piştî Êrîşa bi dronan Aliyev ferman da artêşê ku “amade bin”

Balafirgeha Nexçivanê ya li Komara Xweser a Nexçivanê ya Azerbaycanê bû armanca balafireke bêpîlot (UAV) a Îranî. Di heman êrîşê de, balafireke din a bêpîlot li nêzîkî avahiya dibistanê li gundê Şekerabadê ket xwarê.
Êrîşa ku rageşiya li herêmê zêde kir, bû sedema zirara avahiya balafirgehê û du kes birîndar bûn. Piştî bûyerê, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û rayedaran lêpirsînek li ser hûrgiliyên êrîşê dan destpêkirin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê derbarê êrîşên UAV-ê yên ji axa Îranê hatine kirin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku taybetmendiyên teknîkî yên UAV-an û hûrguliyên êrîşan têne lêkolînkirin, wiha hate gotin: “Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi awayekî bê guman êrîşên ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Îranê ve li dijî binesaziya sivîl a li ser axa me, bêyî ku hewcedariyek leşkerî hebe, hatine kirin, şermezar dike. Tê tekez kirin ku berpirsiyariya vê bûyerê bi tevahî li ser Îranê ye. Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê tedbîrên pêwîst ji bo parastina yekparçeyiya xakî û serweriya welatê me, ji bo misogerkirina ewlehiya sivîlan û binesaziya sivîl amade dike, û ev êrîş bêbersiv namînin.”
Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev, diyar kir ku ferman hatiye dayîn ku artêş di derbarê êrîşan de “amade be”, êrîşa li ser Nexçivanê wekî “kiryarek terorîstî” bi nav kir û ji rêveberiya Tehranê daxwaza lêborînê û ravekirinê kir.
Karbidestên Îranî diyar kirin, “Me Azerbaycan hedef negirt, em êrîşî welatên cîran nakin.” Di daxuyaniyekê de ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Îranê ve hat gotin, “Îran rêzê li serweriya hemû welatan digire. Îdiayên ku dibêjin me êrîşeke bi droneyan li dijî Azerbaycanê pêk aniye ne rast in. Rejîma Siyonîst, ku dixwaze têkiliyên di navbera welatên Misilman de xera bike, kiryarên wiha provokatîf pêk aniye.”


