Cîhan

Trump bang li Îraniyan kir ku ‘hikûmetê bêxin destê xwe de’

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê sibehê piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îranê “operasyoneke mezin a şer” dest pê kiriye. Trump di peyameke pêşwext tomarkirî de ji gelê Îranê re got, “Dema ku karê mdawîhat, hikûmeta xwe bigirin, ew ê vêca ya we be..e be “

Trump zgot: “Armanca me ew e ku em bi rakirina gefên nêzîk ên ji rejîma Îranê, gelê Amerîkî biparêzin. Îran qet nikare bibe xwediyê çekek navokî.”

Trump her wiha peyamek ji Pasdarên Şoreşa Îslamî re şand: “Divê hûn çekên xwe deynin. Hûn ê bi dadperwerî werin darizandin, an jî hûn ê bi mirinê re rû bi rû bimînin.”

Serokê Amerîkayê got ku armanc “tunekirina mûşekên wan û hilweşandina pîşesaziya wan a mûşekan” bû. Trump got, “Em ê mûşekên wan hilweşînin, em ê hêza wan a deryayî tune bikin.”

Wî her wiha daxûyakirin ku, Amerîkayê her gavek gengaz avêtiye da ku xetera li ser karmendên Amerîkî li herêmê kêm bike.

Back to top button