Cîhan

Em ji dev bernameya xwe ya nukleerî ya aştiyane bernedin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan dibêje ku welatê wî li dû çekên nukleerî nîne û amade ye ku hevkariyê bike da ku vê yekê îspat bike. Wî got, “Em ê bernameya xwe ya nukleerî ya aştiyane berdewambikin.”

Pizişkiyan got :”Bi çi zimanî em dikarin bibêjin ku em li dûv çekên nukleerî nînin û em li wan nagerin? Em ji bo her piştrastkirinê amade ne. Ger ew bi rastî dixwazin ku Îran çekên nukleerî tune bin, em ji bo her piştrastkirina ku ew dixwazin amade ne,”

“Me gelek caran diyar kiriye ku siyaseta me ew e ku em ê bi tu awayî li gorî fetwaya Rêberê Bilind lemê tu cara li çêkirina çêkên nûklerî negerin”

“Em ê ji bo armancên bijîşkî, çandinî, pîşesazî û hwd. dev ji pîşesaziya nukleerî ya aştiyane bernedin. Pîşesaziya nukleerî ya aştiyane ne ji bo şer e, ew ji bo rêvebirin û pêşkeftina welêt e,”

Gera duyemîn a danûstandinên nû di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de roja Sêşemê li Cenevreyê hate lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî piştî gera duyemîn a danûstandinan li Cenevreyê got ku wî bi şandeya Amerîkî re li ser “çend prensîban” li hev kiriye ku dikarin rê li ber peymanek berfireh vekin. Iraqî gera danûstandinan ji gera Omanê “bi erênîtir” bi nav kir.

Gera yekem a danûstandinan di 6ê Mijdarê de li Muscatê hate lidarxistin piştî ku danûstandinên sala borî ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê di Hezîranê de têk çûn û şerekî 12 rojî dest pê kir.

Back to top button