Polîtîk

Rapora Siyaseta Enerjiya Kurdistanê û peywendiyên Tirkiye

Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) raporek di derbarê uze û enerjiya Herêma Kurdistanê bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda hatiye belavkirin. 

Rapora bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda ya IMPR ji aliyê Doç.Dr Veysel Ayhan Serokê IMPR, Doç.Dr. Azîz Barzanî Birêvebirê Lêkolînên Kurdistana Iraqê ya IMPR û Hakan Demir Şêwirmendê Gaz, Neft û Enerjî ya IMPR ve hatiye amadekirin. 

Rapor ji sê beşan pêkhatiye, beşa yekem de Nûnerên Derekiyên li Herêma Kurdistanê hatine vekirin û Nûnertiyên Herêma Kurdistanê yên li derveyê welat cîh digre. Li beşa duyem de dema li navbera salên 1927 û 1991 ya dîplomasiya Enerjî û Neftê ya Kurdistana Iraqê, Qada Neftê ya Kerkûk û li rojhilata navîn de yekemîn têkoşîna neftê, Peymana hêla sora nefta Kerkûk ya Babagurgur, li Iraqê netewîbûna neftê û bernameya xoreka li hember neftê û pergala nû ya nefta Iraqê, li beşa sêyem de derfet û metirsiyên li hember siyaseta enerjiya Herêma Kurdistanê, Derxistin û firotina enerjiya Herêma Kurdistanê, kêşeyên enerjiyê ya li navbera Bexda û Erbilê, Modelên çareserkirina peymana enerjiyê ya li navbera Bexda û Erbilê, Birêvebirin û bikaranîna çavkaniyên gaz û neftê, Veberhênana şîrketên derekiyên li Herêma Kurdistanê, Veberhênana Tirkiyê ya enerjî û peywendiyên wê yên li gel Herêma Kurdistanê, Herêmên xwedî pirsgirêk û pêşniyarên aliyan, û dawiya raporê de pêşniyarên di derbarê veberhênana enerjiyê de hatine nirxandin.

 

Back to top button