Polîtîk

Mezlûm Ebdî spasiya Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dike

Feramndarê HSD Mezlûm Ebdî piştevaniya Serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bilind nirxand.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de got, ew li gel serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya:

“Ew civîn di çarçoveya hewlên siyasî de ji bo nêzîkirina nêrînên me û Hikûmeta Sûriyê, hat kirin” .

Mezlûm Ebdî got jî: “Em hewlên Serok Mesûd Barzanî û Kak Nêçîrvan Barzanî di vê qonaxê de bilind dinirxînin.

Piştgiriya wan bi hemahingî li gel navbênkarê Emerîkî ji bo rawestandina şer û vegerê bo diyalogê, û bicîkeftina rêkeftinên bûyî, bi şêweyekî ku proseya tevlîbûna me û Hikûmeta Sûriyê bi ser bixe, berdewam dike”.

Ebdî di dawiya daxuyaniyê de got ku “helwesta Herêma Kurdistanê, bi serkirdayetî û gel ve, cihê rêz û pêzanîneke mezin e li cem gelê me”.

Back to top button