Kultur

Çar Pirtûk

ÇAR PIRTÛKÊN

Ji PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî

Hlja ye bê gotin ku jimara pirtûkên Zeynelabidin Zinar digel van 4 pirtûkên nû,  gehaye 153an.

  1.  

FERHENGA BÊJEBÊJÊ

Kurmancî û kurmancî

Di ferhengê de li dora 40 hezarî peyvên sereke û bi giştî li dora 300 hezarî tê de peyv ne.

Di ferhengê de 78 çavkanî hene ku peyv ji wan hatine wergirtin;

Bi piranî klasîkên Kurdî, Folklor û wekî din.

Tiştê balkêş ev e ku  zayenda hemû peyvan weke nêr û mê hatine kifşkirin.

Jimara rûpelên Ferhengê 1018 ye.

Kaxezê rûpelan 70/gr e.

Bergê wê 300/gr e.

ISBN   9789187787 61 4

  •  

Serpêhatî

HESENÊ MALA MÛSA Û HEDIKA QASO

Ev pirtûka evîndariyê ku encama wê bi xwînê gehaye dawiyê, çendî ku 6-7 stranên cuda cuda jî li serê hene, lê naveroka wê bi awayekî berfireh weke pirtûk derketiye.

Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 140 rûpel e.

Bi kaxezekî nerm û rast hatiye çapkirin.

Bergê wê jî rengîn û 300/gr e.

  •  

MAZANÊ MÊRXAS Û BILBILÊ

Çîrokek Folklorî ye û weke pirtûk derketiye.

Gelek nalkêş û pir jî bi naverokek dewlemend e.

Di çîrokê de çend beşên cuda hene, ku her yek dibe filîmek.

Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 60 rûpel e.

Kaxezê rûpelan 80/gr e.

Bergê wê jî rengîn û 300/gr e.

  •  

FEQE Û MELKEMOT

Çîrokek Folklorî ye, wek pirtûk ji çapê derketiy.

Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 54 rûpel e.

Kaxezê navê 80/gr e.

Bergê wê rengîn û 300/gr e.

Weşanxane: PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî 2025, Stockholm

Li zimanê Kurdî û li Pirtûkxaneya Kurdistanê pîroz be.

Back to top button