Gotara Şakir Epozdemir
Rézdaran…!
Hemin Hawrami, Yusuf Muhammed, Azad Cindîyan, Ebûbekir Elî û Nunerén Hemû Partî û réxistinén Kurdistani, hemû bejdar û méhvanén vé civîné, damezranérén vé konferansé; ez we bi réz, bi rumet, bi dilgeşî û serbilindî selav dikim…
Hîvîdarim ku ev Konferans riya aştî, demokrasi û azadîyé ji bona herçar perçeyén Kurdistana bindest û mezlûm veke û bibe fereca xér é.
Be destûra we, ezé dîroka rébaza azadixwaza Kurd û Kurdistané ya 500 salan di nava 10 Dk’da bicih bikim:
Ezé daxaza mileté Kurd ya ku ji 500 salan heya vé rojé her xwestine ku li ser axa xwe azad û aram bijîn, kurte çîroka wé, péşkéşî dîwana bilinda ya vé konferansé bikim. Dîrok gelek giring e. Ku miletek dîroka xwe nizanibî, ew Milet péşîya xwe qenc nabîn é.
Ji vir berîya 500 salan Develeta Aqqoyiniyan hemû kelat û bajarén Kurdan zevt kir. Ji sala 1465é heya 1495é 40 salan Mîrekén Kurdistané şeré azadîyé kirin û hemû bajarén xwe ji bin desté wé dewleta zalim rizgar kirin.
Kurd di dawiya sedsala 15 yé da gihane azadîyé, 10 sal di serda neçû Dewleta Aqqoyiniyan kete desté Şah İsmailé 15 salî, vé caré nevîyé Şéx Sefîyeddîn devleta xwe li ser navé bapîré babé xwe ava kir û çav berda Kelat û Bajarén Kurdistan é.
Mîrén Kürdan gelek li ber xwe dan û şerén giran kirin. Qîma wan nehat bindest bijîn. Weke minak; Cizîra Botan 3 neqlan Artéşén dijwarén Şah Smail şikénand û paşda dagerand lé cara çaran ji ber ku Şah Elî Beg digel 12 Mîrekan li Tebrîzé girtıbûn; Cizîr kete biné hikmé Sefewiyan. Bedlîsa paytexté Rojkan 2 şerén giran li dar xist lé nekarî wan xunfirén dijwarén bermayîyén Özbegan ji bajaré xwe derx e…
Hikimdaré bajaré Bedlîsé ji xeyrî ku bi Osmaniyan ra bibe yek û ji işgala Sefewîyan rizgar bibî çareyeke din nedît. Gazî Mewlana İdrîs kir; İdris û Wezîré xwe yé bi nav nîşan Mihemmed Axayé Kelhokî şande ba Mîrekén Kurdan heta ku 28 Mîr hatine iqnakirin û nameyeke mişterek ji Siltan Selim ra nivisandin dane Mihemmed Axayé şareza û dewletsaz û di gel İdrîs va şandine ba Siltan Selîm.
Şerté Kurdan ew bû ku Dewleta Osmanı mafén statuyén Kurd yén ji babkalan mayî bipejirîné. Bi vî şertî wé Kurd bi wan ra bikevine ittîfaqé û di şeré navbera Osmanî û Sefewiyan da piştgiriya Osmaniyan bikin.
Selim vé daxazé pejirand, sala 1516 yé kaxizén mor kirî û imzakirî ji İdris ra rékir, got: “- Ji ber ku cenabé te rewşa Kurdan ji min baştır dizané, her mîrekek li gora halé wané beré ritbe û unwanén wan kifş bik e.”
Di sala 1514 yé da Mîrekén Kurdistané söz ji Siltané Osmani girtin, piştî 2 salan mafén wan yén babkalan ketine qanunnameyén dewleta ku wé demé beramberî Amerikan ya vé demé bû.
Ev biryar, ev irade gelek giring û dersdar e. 28 Mîran nameyé imza kirin, gava ku Mewlana İdrîs kanunnaman nıvısand 10 Hikûmetén Kurdan bi navé “Ekrad Hikûmet Sancaxiyan” û bi dehan Beglikén Otonom ku ji vana ra “Yurtluk ve Ocaqlık Sancaxî” dihate gotin di kanunnaman da bicih kir.
Li gora Arşiv Belgeyek bi navé Emré Şerif; Sala 1846é, piştî 330 salan; digel ku Hikûmeta Babanîyan ji hikûmetîyé ketibû bibû “Sancaxeke Ocaklık” lé, heya vé salé nézî 100 Mîrekîyén Otonom di qanunameyén Osmanî da hene û 16 ji vana “ Ekrad Hikûmet Sancaxî” ne.
Ev zédekirina Statuyén Kurd ne ew bû ku Mîrekiyan perçe kirine, ya rast eve ku Osmaniyan ji Erdelané heya Qersé, ji Mahabadé heya Meleté, ji Bexdayé heya Tiflis û Erîvané, ew dera ku ji Dewleta İrané standibin wan bajar û bajarokan spartine Malbatén Kurdan.
Şeref Xané IV.’min 500 sal beré çareseriya azadî û aramîya Kürdistané di hevalbendiya dewleta Osmaniyan da dît. Li gor şerté wé rojé vé ittîfaqé péwîst dît û ya xwe bire serî. Eger di dîroké da carek be jî, di 1514 yé da Kurd yekîtîya xwe girédan û di sala 1516 yé da mafén wan ketine qanûnnameyén Osmaniyan.
Kürd li ser vé bazaré bûne Statuyén zagonî. Li ser vé gava giring û berketî Kurdistan aram û azad bû. Ji bin desté dijmin rizgar bû. Bajaré Diyarbekir daxil, hema hema hemû bajarén kurdistané ji wé rojé heya seré sedsala 20é şer nedîtin. Bajaré Amedé héja jî şer nedîtî ye.
Armanca kurdan ew roj ne serxwebûn bû. Daxaza wan parastına statuyén wan yén mîrate bû. Daxaza xwe, berhema xwe biser xistin.
Piştî 400 salan, 100 sal beré, zabiteke İngiliz sala 1919 yé; li Wéranşaré, di biné Koné Mehmûd Begé kuré Brahim Paşayé Millî da potansyel û mefkura millî ya Kurdan test dik e. Mehmûd Begé Seroké Federasyona Eşîretén Milliyan ji zabité İnglîzra vana dibéje:
“- Ji bo ku Hemû Kurd bibine yek û dewleta xwe ava bikin ihtiyaciya wana bi dewleteke weka Brîtanya hey e. Eger ku Dewleta Berîtanya bixwazé di biné sîwana wé da dewleta Kurdan ava dibî ew dikaré yekîtîya Kurdan ava bik e. Di dervayé vé yeké da, ne mimkine ku Kurd béne ba hev û yekîtîyé ava bikin. Ku hun piştgirîya me bikin em amaden e. Lé ku hun xwedîtî li me nekin em mecbûrin bi Osmaniyan ra bin û bi wan ra bimîn in.”
Ji vé yeké ra “ rîya aqil” dibéjin. “ Riya aqil yek e…”
Péşîya ku Mehmûd Beg vé péşnîyaré bike 400 sal beré Siltan Melik Xelîlé Eyyûbî, Sultan Huseyné Amédî, Şah Elî begé Cizîrî û Şeref Begé Bedlîsî bi 28 Mîran va, fikra xwe kirin yek û bi dewleteke mezin ra bune yekbend û yekréz. Di vé noqteyé da jî fikra Mîrekén Kurdistané û ya Mehmûd Beg digéje hev.
Gava em bala xwe didine şopa dîroké di nava vî 500 salî da 3 dîtinén waha qewîmî ne.Mîrén Kurdan, Mehmud Beg û Mela Mistefa Barzanî zanîne ka çi dikin.
200 salin dîroka Kurdan bi mexlûbiyetan, tékçonan û malkambaxiyan digingir é. Yek hereketéké ku bibe hevalén xurtan ji xeyrî wanén navbihorî derneket.
Mîré Baban Ebdirehman Paşa berî her tiştî li nava seré malbata xwe did e. Dixwaze ku bibe imparetor lé gava Osmanî deng lé dikin hema di cî da dest datîné. Mîré gewre, Mihemed Begé Rewandizé, çend bajarén Babaniyan zevt dik e. Şeré Êzdiyan dik e. Mîrekiya Behdînan radike, té Cizîré, Mîré Botan Mîr Sévdîn mat dike û gava artéşa Osmaniyan di biné fermandariya Reşît Paşa da dighéjé Cizîré, bi lez û bez xar dik e. Bi reva rev direv é. Beré xwe dide Rewandizé û pişta xwe dide Cizîr û Sért û bajaré Nisébîn é.
Bedirxan Begé Botan bi daxaza Reşit Paşa di şûna Mîr Sévdîné Apé xwe da dibe Muteselimé Hikûmeta Botan ya hezar sal e. Hema bi yekcar artéşa Botan jî dixe bin emré artéşa Osmaniyan û bi peyî Paşayé Gewre dikev é. Mîré Soran teslîm digirin beré wî didine Stenbolé, rîya çun û nehatin é.
Bedirxan Beg, ji ser rewandizé dadigeré bi Hafiz Paşa ra diçe ser Kela Seîd Beg, ji vir té dîsa bi Hafiz Paşa ra bejdaré 2 seferén komkujîyén Xerzan û Çiyayén Sasoné dibî, ji ber van xizmetén wî û bejdarbûna Şeré Nizîbé ya 1839 yé Dewleta Osmanî lé ritbe dik e. Mîré me dibe Albay.
Miteselimé Hikûmeta Botan, Seroké Peymana Pîroz, li gor dîtina hemû rewşembîran “meziné Kurdistané ”, sala 1842 û 1846é 2 seferén giran dide ser Aşûrîyén Tiyar é. Ne hisaba İngilîzan, ne hizra xaçparézan, ne ya Osmanîyan hîç nak e.
Gava ku Artéşa Osmanî di bin fermandarîya Osman Paşayé Xirwatî da hé naghéje bajaré Cizîré, Mîré me Cizîr berdide û xwe davéje kela Ewrexé. Piştî ku Osmanî bi Topén Balyemez dor li Kela Ewrexé digirin, Mîr Diwana İlimdaran û dîndaran berhev dike, ji reîsé Şer-î ango qazî û miftîyan pirs dike: ew camér nîyeta mîr dizanin û dibéjin “ ne caize xuna misilmanan béte rijandin.” Mîr teslîm dib e.
Mîr Bedirxan bi şerté ku xwe û malbata xwe û çend kesén dora xwe, bixe biné gerantîyé bi Ferik Osman Paşayé Xirwat ra lihev té. Li hevalén xwe Xan Mehmûd û Nurullah Beg xwedî dernakevé.
Mîré me dewleta xwe ya 1000 sale hişt û beré xwe da Stenbolé.
Gava derketé hizûra Siltan Ebdilmecid ji Siltan ra helbestén Emer Heyyam xwend û léborîné xwest. Piştî 10 salan, 1858é da Mîré me li sirgûné ritba paşayetîyé ji Ebdilmecid girt û bû General.
Şéxé Néré Ubeydullah bi Dewleta Urusaté ra tékilî danî, xwe nézîkî İngilîzan jî kir; lé mixabin ji zûda van dewletan Kurdistané û Kurdan ji mejîyén xwe avétibûn û li ser axa Kurdan dest avétibûne proja Ermenîstana Mezin. Xebereke péşîyan heye ku dibé: “ Mîré min heliz borî.”
Şéx gumana xwe bi van dewletan va giré dabû, ewan dewletan bi hemû xaçparézan va herdû lingén Siltan Ebdilhemîd kiribûne ferek sol ku di heman demé da hereketé Şéx rawestîn é. Ebdilhemîd jî weka wan kir.
Di salén 1918/1920 é da li heréma Koçgiré serhildaneke millî û Kurdistanî destpé dik e. Beytar Nûrî Dérsimî di bîrhatinén xwe da dibéje : “- Payîzeka dereng dîwana serokayetiya berxwedané civîya, li ser dabora hézén çekdar û şervanan ka emé çewa tedariké xwe û zivistané bikin em ketine mizakereyé. Péşnîyarek hat, hevalek got: “- Waye Fransa li Mereş û Eyntabé ne. Em xwe bighîjine wan, bila arîkariya me bikin.” Géncan, xortan vé péşnîyaré red kirin gotin : “- Em desté xwe ji emperyalîstan ra venakin û xwe hewceyé wana nakin…”
Di nava 500 salan da em rastî 3 dîtinén rast û realîst hatin. Şeref Xané Bedlîsî yé IV.’min, Mehmud Begé Reîsé Federasyona Eşîretén Millî û Seroké Netewî Mela Mistefa Barzanî, van 3 péşkéşan zanîne ka çı dikin.
Divé ku em rébaz û mefkûra Xalid Begé Cibrî û Usif Ziya Begé Bedlîsî û qadroyén wan yén xwenda jibîr nekin. Xalid Beg Qurmay Albay bû. Yusuf Ziya beg jî siyasetvaneke dûrnas bû. Ewan tékilîyén ciddî bi Sovyetan ra danîn û xwestin hemû hézén Kurdan iqna bikin ku her hézek, her eşîrek bajar û bajarokén xwe rizgar bikin û dewleta xwe ya serbixwe ilan bikin. Wé demé hézén Osmaniyan û yén Kemalistan qelsbûn, eşîran dikariyan bajarén xwe rizgar bikiran a. … Vé gavé … Vé demé …
Em dibînin ku çareseriya pirsa Kurd û Kurdistané di çerçowa Komara Tirkîyayé da téte minaqeşekirin. Ev yeka ha kéfxweşîyeke û helwesteke rast û dirist e. Şirîkayîtîya bi Tirkîyayé ra, hevalbendî û şirîkayetiya Nato, Ewropa û Emrîkayé ye. Wexté em vé rastîyé bibînin, divé bé weswese û bé teredit PKK bi samîmîyet û dileke paqij diyaloga xwe bi Dewleta federala Başûr û bi Seroké Dewleté Biréz Mesud Barzanî ra xurt bike û yekîtîya hemû Kurdistaniyan di ser hertiştî da bigir é. Cenabé Barzanî ji bona Kongreyeke Millî bang li hemû réxistinan kir û bin dengeke bilind û eşkera got “ – Ez li ser vé masayé Celal Telebanî û Ebdillah Ocalan jî temsîl dikim. Ev işaret gelek giringe û ittifak û yekgirtina Kurdan e.
Divé ku PKK misyona xwe ya xurt û aştîxaz û bermiraz bixe biné xizmeta yekîtî û tifaqa Kurdan. Péwîste û zor lazime ku hereketé PKK yé xwe ji xeta ideolojîk ya teng û bé keys azad bike û were ser xeta millî û Kurdistanî. Pirsa Kurdistané pirseke millî ye. Tû eleqeyé pirsa kurdan bi sinif û tebeqe û bawerî û felsefeyan va nîn e. Ez eşkere béjim ku keç û xortén Kurd, eva 30 salin xwe ji bona azadiya welaté xwe feda kirine û dikin.
Ez 76 salî me. Kurdeke bi seré xwe me. Di biné bandora réxistinan û felsefeyén biyanîyan da nînim. 45 sal beré gava ku li Mehkema Tirkan ya bajaré Antalya yé min Tırkîyeyîtîyé da péş; bi şerté ku Tirk û Kurd di her delavîda weke hev bin, mafén Kurdan di zagonanda béte qeydkirin û Statuya Otonom ji Kurdan ra béte naskirin min vé şiaré da péş.
Di sala 1968 é da min li gor programa PDKT berevanîya Siyasî kir û 45 sal beré ji daxazén Kurdan yén vé rojé vekirîtir û eşkeratir daxazan anî ziman. Biréz İsmail Beşikçi dibéje ku Kurd gava ji Tirkan ra behsa mafén Kurd û Kurdistané dikin mehcup dibin. Ev yek rastîyeke ku em Kurd bi dengeke bilind û zimaneke nerm û germ û zelal meseleyén xwe naynine rojevé.
Pirsa Kurdan pirsa Kurdistané ye. Heya ku di çerçewa Tirkîyé da Kurdistaneké federe ava nebî, zimané fermî di Komara Tirkiyé da nebe Tirkî û Kurdî, Parlementoya Kurdistané kanun û zagonén xwe yén taybet çéneke û wezîré xwe yé perwerdé bi hemû mifredat û bitça xwe tinebî ne mesela perwerdeyé, ne çareseriya azadîyé napişkifé û bi van got û béjén pûç û vala çiqa biçî wé ré li ber me winda bibî.
Xwendevan û aqademisyen û rewşembîrén me eva çend salin mafé perwerdeyé daxaz dikin. Mafén ku béne xwestin ma ne péwîste ku meriv bizane paşîya wé diçe kîjan qonaxî. Ji bo mafé perwerdeyé bi réva biçî péwîstî bi çî heye, perwerda bé statu bi kér té bi kér nayé; gava ev maf bé statu hate pejirandin wé çi jé derkevé; divé ev pirs hemû béne merhezekirin.
Heya ku hun mafé perwerdeyé daxaz dikin, daxaza sîstema federalî bikin.
Heya em bibéjin “ bo Apo Azadî “ em azadî ji Kurd û Kurdistané ra bixwazin.
Helbet Biréz Ocalan dikare feydeyeke giring bide pévajoya aştîyé . Bi milyonan Kurdén cefakéş û canfida li pişté ne û Kurd bi gelemperî siyaneta wî digirin û jé hez dikin. Misyona Ocalan dikare aştî û dostanîyé di nava Kurdan da û di navbera Kurd û Tirkan da xurt bik e.
Gava miletek, welatek azad nebî, ha di hepsé da ha li derva; ew Milet û ew welat azad nabî. Di hemû dinyayé da û di dîrokî da şert û mercén aştîyé berî her tiştî li ser Efwa Umûmî téte avakirin. Eger bi rastî Biréz Erdoğan derîyé aştîyé vekirîye bila wan gavén péwîst rojeke zû bavéj é. Bila bes bi hezaran Kurdén siyasetvan û bijarte di hepisxanan da ésîr bigir é. Gava girtîyén azadîyé téne bîra me dilé me reş dibî. Madem ku derîyé aştîyé vebu ye. Bila dewlet derîyé heps û zîndanan vek e.
Kurd jî bila baş bizanin ku Kursîyén Parlamentoyé, qoltoxén şehredariyan merivan azad nakin. Heya ku miletek qedera xwe bi destén xwe giré nede ew Milet nıkaré bije ez azadim û serfirazim.
Ez weka Kurdeké rézé umîd û gumana min heye ku di nava çerçowa Dewleta Federala Tirkîyayé da wé Kurd bibine Dewleteke federe û li ser axa xwe bighéjine mafén xweyén milli, insanî û rewadar. Dîsa guman û héviya min heye ku wé di herçar perçeyén Kurdistané da Kurd bighéjine mafén xweyén xwezayî, rewadar û insanî.
Bi vé minasebeté li hizûra we réz digirim, kemerbest dibim û hévîdarim ev konferans bibe dermané aştî û azadî û aramîyé.
Be réz be hurmet -10.11.2013 –
Şakir Epözdemir –Lékolînér – Nivîskar