Civîna Putin û Şara

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ gihişt Mosko û li gel serokê Rûsiya Vladimir Putin civiya.
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz di civîne de da zanîn, tekez kir, ew bi hemû rêkeftinên di navbera Sûriyê û Rûsiya de pabend in.
El-Şeri’ diyar kir, pêwendiyên wan bi Rûsiyê re girîng û dîrokî ne û berjewndiyên herdu welatan ên hevbeş hene.
*”Pêwendiyên me yên bihêz hene”
Serokê Rûsiyê Vladimir Putin da zanîn, pêwendiyên wan ên bihêz li gel Sûriyê ji beriya 80 salî ve hene, û ew dixwazin danûstandinên wan bi Sûriyê re werin pêşxistin û başkirin.
Putin her weha got, pêwendiyên wan bi Sûriyê re li ser bingeha dostanî û hevkariyê hatine birêvebirin, û wan tu caran pêwendiyên xwe bi rewşa siyasî ve li Sûriyê girê nedane, û berjewndiyên herdu aliyan di hevkariya hevbeş de heye.
Beriya Niha Kirêmlin di daxuyaniyekê de eşkere kirbû ku herdu alî dê li ser pêşeroj


