“Sedema Mirinê: Nenas” Sînemaya Îranê li Oskarên 2026’an Temsîl Dike
Li gorî rapora Mansour Jehanî, rojnamevanê sînemayê yê serbixwe û navneteweyî, fîlma “Sedema Mirinê: Nenas” bi piraniya dengan ji nav 5 fînalîstan wekî nûnerê sînemaya Îranê ji bo Oskarên 2026’an hate hilbijartin.
Piştî lêkolîna berhemên hilbijartî, komîteya hilbijartinê bi yekdengî fîlma “Sedema Mirinê: Nenas” ya derhêneriya Ali Zarnegar ji bo beşdarbûna di vê pêşbaziya cîhanî de layiq dît û ew wekî nûnerê fermî yê sînemaya Îranê ji Akademiya Oskarê re di sala 2026’an de destnîşan kir.
Pantea Panahiha (lîstikvana), Azadeh Mousavi (belgefîlmçêker), Abolhassan Davoodi (derhêner), Ferhad Tûhîdî (senarîst), Hûman Behmanesh (derhênerê wênekêşiyê), Mihemed Reza Delpak (sêwiranerê deng û endamê Akademiya Oskarê), Mistefa Kîayî (derhêner), Ali Dehkordî (lîstikvan) û Mihemed Reza Teşekorî (Sekreterê Komîteyê û Cîgirê Belavkarê Navneteweyî) komîteya neh kesî pêk anîn ku ji bo hilbijartina nûnerê sînemaya Îranê ji bo Oskarên 2026’an hate avakirin.


