Polîtîk

Barzanî: Daxwazên me bi cîh nekin, beşdarî li Hilbijartina Iraqê nakîn

Berî nîvroya îro yekşem 27.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dony Goêx Balyozê Fransa li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Fransa xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û keşûhewaya emnî û siyasiya Herêma Kurdistanê bi babetekî gelek cûda ji Bexda wesif kir û pîrozbahiyên xwe û welatê xwe jî bi Serok Barzanî ragihand ji bo serketina pêvajoya Hilbijartina Parlemena Kurdistanê û hevxemiya xwe jî ji bo rûdawa terorîstiya meha derbasbûyî ya bajarê Hewlêrê nîşanda û got: “Teror li hemû cîhekî de heye lê belê we kariye tenahiya welatê xwe biparêzin”. Her wiha di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî Balyozê Fransa bi hilbijartinekî gelek baş û serketî li qelem da. Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê Balyozê Fransa balkişand li ser wê yekê ku li nexşeya siyasî û emniya Iraqê de geşbûneke ber bi çav nayê dîtin û her çende Iraq hilbijartin li pêşe lê belê hê jî yasayek ji bo hilbijartinê tûne û ji bo welatê Fransa encamdana hilbijartina Iraqê da girînge bo destpêkeke nû dest pê bike.

Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan spasiya Balyozê Fransa jî kir û di derbarê êrîşên terorê de balkişand li ser wê yekê ku li tu cîhekî cîhanê de asayîşa reha tûne lê belê em ji wê yekê bawerîn ku Herêma Kurdistanê tu demek nabê pêgehek ji bo terorîstan. 

Peywîst bi babeta hilbijartina Iraqê û yasaya wê Serok Barzanî got: “Yasaya hilbijartinê jî wekî babeta siyasiyên dinê Iraqê kêşeya xwe heye û kêmasî têda heye. Tu serjimêriyek tûne ku bikarîn pişt pê bibestîn û beşa rasteqîneya parêzgehan bê diyar kirin”. Her di derbarê yasaya hilbijartinê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku yasaya hilbijartina sala 2010 dadperewerî têda nebû û zulmekî mezin li Kurd hate kirin û soza wê yekê jî dan ku serjimêrî bê kirin û yasa jî bê hemwar kirin û maddeya 140 û yasaya neft û gaz bê bi cîhkirin û meseleya Pêşmerge jî bê yekalî kirin lê belê ne soz hatin bi cîhkirin û ne yasa jî hate hemwar kirin. Serokê Herêma Kurdistanê li dirêjahiya axaftina xwe de di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê got: “Herêma Kurdistanê hez dike hilbijartin li dema xwe de bê encamdan lê belê bi mercek ku zulm li Kurdistanê neyê kirin û wan kursiyan vegerînin ku li encama piştbestina bi yasaya sala 2010 ji destê Kurd çûye û eger bê û dîsa yasaya pêş bê bi cîhkirin wê demê Herêma Kurdistanê beşdarî li hilbijartinê nake”.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button