Cîhan

Ji CHPê veqetiya

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçioglu, tevî sê şaredarên din, îstifaya xwe ji Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand. Çerçioglu îstifaya xwe bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir.

Di daxuyaniya xwe de, Çerçioglu tekez kir ku wan gelek caran ji bo pirsgirêkên ku di nav CHPê de peyda bûyîn li çareseriyan geriyane lê ser neketin. Wê diyar kir ku, ji bo hinek bûyerên ne demokratik û prensîba exlaqê giştî ji partiyê veqetiyaye.

DAXUYANIYA ÇERÇÎOĞLU
“Wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Aydinê, min û sê şaredarên din gelek caran ji bo pirsgirêkên ku em di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de rû bi rû dimînin li çareseriyan geriyane, lê mixabin, em negihîştin çareseriyekê. Ji ber pêkanînên ne-demokratîk ên berdewam, û her weha prensîbên min ên bingehîn ên durustî, xizmeta di çarçoveya qanûnê de, û exlaqê giştî yê bêtawîz, ku min ji bo gelê Aydinê û malbata xwe terxan kiriye, êdî derfeta min tune ku ez heman rêya Partiya Gel a Komarî bişopînim.

Bi taybetî ez dixwazim were zanîn ku tevî ku min daxwazên xwe yên ji bo durustî, exlaq û pabendbûna qanûnî di her astê de anîne ziman da ku ev yek çênebe, ez û malbata min bûne hedef. Ji ber vê yekê, êdî derfeta min tune ku ez di nav CHPê de siyasetê bikim, û wekî ku ez pêwîst dibînim, ez ji endametiya partiya xwe îstifa dikim. Ez ê bi heman coş û biryardariyê, bê cudahî, û bi heman prensîbên ku min her gav xizmet kiriye, xizmeta gelê Aydinê bidomînim. Ez bi rêzdarî silav li hemî hevwelatiyên xwe dikim.”

Back to top button