Polîtîk

PYD çima wiha dike?

Helwest û daxuyaniyên vê dawiyê ya Serok û Berpirsên PYD gumaneke mezin hildigrin. PYD û ewên ku li vir daholê ji bo wan hilgirtine û dixwazin wiha li xelkê bigihînin ku ew xwediyê şoreşa Rojavane. Divê bi zelalî bersîva wê pirsiyarê bidin ku li ser çi bingehek li gel rejîma Esed rêkkeftin û artêşa rejîm li beranber çi de Herêmên Rojava radestî PYD kiriye?

Divê bi zelalî ji bo xelkê eşkere bikin ku ji bo çi PYD sûd ji peymana Hewlêrê wergirt heta navê xwe bêxe nav navan, ku çi li beranber rêkkeftina nihêniyên li gel rejîma Beşar pişta xwe da yekîtiya Kurdan û li wê peymana li gel Beşar çi destkeftekî ji bo Kurdên Rojava heye?

Divê ji bo xelkê eşkere bikin ku ew şerê li gel Bereya Nusre destpêkirine çi xêrekî ji bo Kurd têda heye û bi navê çi destkeftekî neteweyî daye?

Pêwîste serokên PYD eve zelal bikin ku gelo rejîma Be’esa Esed çi sozekî bi wan dane ku ew wiha xizmeta wan dikin? Gelo rejîmek ku 50 sale dijî destpêktirîn mafên Kurde û nasname jî bi Kurd rewa nabînê û li paşarojê jî de hîç ji bo Kurd nake ji bo çi PYD girîngtire, yan yekîtiya hêzên Kurdan û ragihandina Herêmekî Federal?

Kurt û Kurmancî, ewê li Rojava rû dide lîstokekî muxaberatiye, artêşa Esed ji dewruteslîmekî eşkere de cihên xwe bi PYD spartiye û mixabin PYD bi xwe jî ji bo destkeftê maddî, pişta xwe daye li erkê neteweyiyan û şerekî bi wekalet ji bo Esed dike. Şerê PYD û bereya Nusre jî beşeke ji wê erka muxaberatiya bi her dû aliyan de spartiye û heta hem rûyê şoreşa gelên Sûriye ne şirîn bikin û ew piştevaniya navdewletî nehêlin ku ji bo şoreşeke hebû, hem jî bereya opozîsyona rejîmê perçe bikin û bi şerekî bi wekalet temena rejîma Esed dirêj bikin û xizmetekî dilsozaneya rejîmê bikin.

Ji bo wê yekê êdî dema ewe ye gelê Kurdistanê wê pirsiyara cewheriyê li serokên PYD bike: Ev dijminperestiye çi xizmetek bi doza rewaya gelê Kurd dike?

Bextiyar Şaxî

Back to top button