Fidan:Em li himber kiryarên YPGê ne korin

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şaybanî li gel heyetekî li Tirkiye ye. Şeybanî ûl Wezîrê Derve Hakan Fîdan civiya û,piştre jî herdukan civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Fidan di civîna çapemeniyê de behsa rewşa Sûriye kir û got:
“Li Sûriyeyê rûpeleke nû vebûye. Salên kaos û hêstiran rawestiyane, û ji bo hemî Sûriyeyiyan û herêmê pencereyeke hêviyê vebûye. Sûriyeyiyan dest bi vegera welatê xwe kirine. Dest bi rakirina qedexeyan kirine. Xwişk û birayên me yên li Sûriyeyê dest bi pêşxistina têkiliyan bi dewletên herêmî û aktorên navneteweyî re kirine. Em dibînin ku hin aktor hin çalakiyan pêk tînin. Bûyerên ku li Lazkiyeyê dest pê kirin û nexwestina YPGê ya entegrebûna bi pergalê re, dibe sedema dijwarîyan. Erka me ew e ku em vê dijwarîyê bi zelalî diyar bikin û li gorî wê tedbîran bigirin.”
Fidan behsa HSD kir û got: Em dibînin ku, van rojan de gelek daxuyaniyên ji aliyê YPG/HSD ve têne dayîn . Ew dibêjin: “Em peymana 10ê Adarê bi vî awayî fam nakin. Pêvajoya ku li Tirkiyeyê diqewime qet me eleqedar nake.” Ji ber vê yekê, çi we eleqedar dike? Ma mesele veguherandina xwişk û birayên me yên Kurd ên li herêmê bo piyonên Îsraîlê ye? Di vê nuqteyê de, em dest pê dikin ku pêşketinên ku em dibînin veca tolere nakin. Em dibînin ku endamên rêxistinê piştî 10ê Adarê ji Sûriyeyê derneketine. Em dibînin ku ew li bendê ne ku destkeftiyên xwe zêdetir bikin. Bila nefikirin ku me nedîtiye. Banga min ji bo YPGê: Bi terorîstên ku wan ji çar aliyên cîhanê girtine, divê ew tavilê xwe wekî gefek ji bo Tirkiye û herêmê ji holê rakin.
Berdewamiya axvtina xwe de Fidan got: Em her tim li ser wêneyê mezintir û stratejîk sekinîye. Divê YPG û serokatiya wê jî dev ji siyaseta xwe ya derengxistina demê berdin. Divê ew dev jê berdin ku, behtir birayên me yên kurd nexin di xeteriyan de. Divê ji dev îpoyekkirina birayên me yên kurd berdin.
Li Tirkiyeyê ruhekî nû heye, pêvajoyeke erênî di rê de ye, û divê em jê sûd werbigirin. Em li hember hîleyên piçûk ên ku we li wir nîşan dane kor nînin. Ez ji vir careke din we hişyar dikim û ji we rica dikim ku hûn helwesta xwe ya heyî biguherînin. Bifikirin ka hûn ê çawa bi hev re Sûriyeyê ji nû ve ava bikin; ev e ya girîng. Di hawîrdorekê de ku daxwazên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nehatine bicîhanîn, şansê me tune ku em bêxem bimînin. Serokkomarê me jî ev yek anî ziman. Refleksa me ya sereke her tim baweriya baş û nêzîkatiyek avaker e. Lê em ê di vê mijarê de neyên xapandin. Ez dixwazim vê yekê tekez bikim.


