Polîtîk

Wezareta Petrolê dibêje ku ew nêzîkî rêkeftineke dawî di navbera Hewler û Bexdayê de ne.

SOMO dibêje ku wan ji Herêma Kurdistanê petrol nestandiye. Wezareta Petrolê dibêje ku ew nêzîkî rêkeftineke dawî di navbera Hewler û Bexdayê de ne.

Elî Nizar Fayeq, rêveberê giştî yê Şirketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê,dibêje:

“Em pêşniyarên ku ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve ji bo peymanek nû hatine şandin dinirxînin. Ev mijar ne tenê bi petrolê ve girêdayî ye û çend wezaretên din jî di peymanê de beşdar in ku divê ew şîroveyên xwe li ser bikin, lê bê guman em ê berî dawiya demê bigihîjin rêkeftinekê.

“Beşek ji petrola Kerkukê mehane ji bo Urdinê tê hinartin û petrola ji zeviya Gayra ya li Nînewa bi rêya benderên başûr ên wekî petrola Besrayê tê hinartin,”

“Em dahata petrolê rasterast ji şîrket û aliyên ku ji me dikirin distînin û di wergirtina dahatê de ti derengî tune,”

“Li ser mijara petrola Herêma Kurdistanê hîn biryarek dawî nehatiye dayîn, lê di demek nêzîk de dê rêkeftinek dawî were kirin û hinardekirin dê ji nû ve dest pê bike,”

Back to top button