Cîhan

Îran dê rê li peymana sê alî bigre..!

Piştî peymana sêalî ya di navbera Ermenistan, Azerbaycan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hat îmzekirin, Îranê bertek nîşanî Serokê Amerîkayê Trump da.

Elî Ekber Velayeti, şêwirmendê Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameneyî, kirêya 99 salan a Korîdora Zengezurê ji aliyê Amerîkayê ve rexne kir û got, “Qefqasya Başûr ne axek terikandî ye ku Trump dikare kirê bike.”

Wî îdia kir ku ev korîdor dê hevsengiya jeopolîtîk a herêmê biguherîne û armanc ew e ku Ermenistanê parçe bike.

Velayeti gelek bi tundî Trump rexne kir û got: “Ev rê dê ne milkê Trump be, lê dê bibe goristana kirêgirên wî.”

Bi bîr xist ku Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan jî li dijî projeyê ye, Velayeti diyar kir ku ev proje dê ewlehiya Qefqasya Başûr bixe xeterê. Wî ragihand ku Îran dê plana korîdora Amerîkayê bi Rûsyayêre an jî bêyî wê têk bibe.

Back to top button