PolîtîkRojev

Sê rapirsên û encamên cuda..!

Di rapirsînên sereke de encam ji bo AK Partiyê weke inzarekîne. CHP hewldide dengên xwe bilindtir bike.

Her ku diçe bangên ji bo hilbijartinên pêşwext zêde dibin, rapirsînên ji aliyê dezgehên lêkolînan ve têne weşandin nîşan didin ku hevsengiya siyasî diguhere. Li gorî rapirsînên dezgehên lêkolîna, GENAR, PÎAR, û ORC, cudahiya dengan di navbera AKP û CHP de kêm dibe.

Her ku opozîsyon daxwaza hilbijartinên pêşwext dike,herkes bala xwe dide encamên rapirsîna. Nakokiya rapirsîna, ku bi daxuyaniya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan a ku digot “AK Partî hîn jî partiya pêşeng e” dest pê kir, bi gotinên serokê CHPê Ozgur Ozel ên li mîtînga Trabzonê pêşengî hatiye guhertin û derbasî aliyekî din bûye

Özel îdia kir ku CHP ji sedî 40î derbas bûye, lê AKP heta ji sedî 29î daketiye. Ji ber vê yekê, rapirsînên dawî girîngin.

Ka gelo rapirsînên dawî îi dibêjin:

Sê rapirsînên cuda û encamên balkêş.

Encamên rapirsînên ku ji aliyê şîrketên lêkolînê GENAR, PIAR, û ORC ve hatine weşandin nîşan didin ku tercîhên dengdêran bi lez diguherin. Cudahiya dengdêran di navbera AKP û CHP de hema hema ji holê rabûye.

Rêjeyên Dengên AK Partiyê:

GENAR: % 35.2
PÎAR: % 30,2
ORC: % 30.0

Rêjeyên Dengên CHPê:

GENAR: % 32.0
PİAR: % 32.5
ORC: % 30.5

Rewşa partiyên din jî gelekî balkêşe.

MHP:

GENAR: % 9.0
PİAR: % 8.6
ORC: % 7.4

DEM:

GENAR: % 9.8
PİAR: % 7.7
ORC: % 7.6

İYİ Parti:

GENAR: % 3.9
PİAR: % 4.6
ORC: % 5.1

Partiya zaferê:

GENAR: % 3.2
PİAR: % 5.1
ORC: % 4.2

Partiya Refahê:

GENAR: % 3.1
PİAR: % 3.8
ORC: % 3.6

TİP (Partiya Karkerên Tirkiye):

GENAR: % 1.3
PİAR: % 1.2
ORC: % 1.6

Back to top button