PolîtîkRojev

Erdogan behsa pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” kir.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan behsa pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” kir.

Erdogan bêyî ku navê Abdullah Öcalan bije got: “Bûyerên ku li herêma me diqewimin careke din ispat dikeku, gava me avêtî çikas rast e.” “Îmraliyê di vê mijarê de her cûre piştgirî daye û dide. Ev aliyê mijarê pir girîng e. Helwesta YPG’ê dikare her dem biguhere. Ya girîng jî ev e ku ev nêzîkatî dê çawa bandorêhelwesta YPGê dê heta çi radeyî bandorê li HSDê bike.”

“EM BIRYAR IN KU PAŞEROJEKE BÊ TERORÎZM AVAKIRIN”
Erdogan di bersiva pirsên rojnamevanan de li ser pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror got, “Em gavên ji bo gihîştina armanca xwe ya Tirkiyeya Bê Teror diavêjin. Pêşveçûna ber bi vê armanca dawîn ve berdewam dike. Em pir baldar in ku prasvakasyon bandoraê li pêvajoyê neke. Em li hember hemî sabotaj û avahiyên ku dê armanca me ya “Tirkiyeya Bê Teror” xera bikin hişyar in. Wekî ku hûn dizanin, pêvajoya bêçekkirinê dest pê kiriye. Hevkarên me yên têkildar dişopînin û têkiliyan datînin. Bi qasî ku ez dizanim, nîqaşên di derbarê komîsyonê de gihîştine qonaxên xwe yên dawîn. Hûn ê di demek nêzîk de li qada Parlamentoyê pêşketinê bibînin. Em bi biryar in ku pêşerojek bê teror ava bikin. Em bi zelalî dizanin ku em ê çi bikin da ku bigihîjin armanca xwe, em ê çawa bikin, û em ê di dawiyê de li ku derê biqedin. Bûyerên ku li herêma me diqewimin careke din ispat kir ku, gava me avêtî çikas raste.

Îmralî di vê mijarê de her cûre piştgirî kiriye û berdewam dike. Ev aliyek girîng e. Helwesta YPG dikare her dem biguhere. Bandora vê nêzîkatiyê li ser dirêjkirina pêvajoyê dikare li ser HSDê çêbibe. Bi ya min, helwesta Serokê Sûriyeyê Şara di pêşketinên dawî de her têkiliyek neyînî di navbera van herduyan de ji holê rakiriye. Em bi biryar in; em ê Ehmed Şara li Sûriyeyê bi tenê nehêlin. Em naxwazin Sûriye parçe bibe, û em başbûna Sûriyeyê wekî pêşketinek erênî ji bo welatê xwe dibînin. Başbûna Sûriyeyê dê bandorek erênî li ser têkiliyên wê yên bi me re jî bike. Em destpêka vegera dilxwaz a Sûrîyan li welatê xwe dibînin. Hesteke bêhêvîtiyê hebû ku ew ê venegerin. Niha wan dest bi vegera dilxwaz kiriye. Em ê her piştgirîyê bidin da ku van vegera dilxwaz bilezînin. Bi lezbûna van vegeran, em dixwazin ku Sûriye zû vegere rewşa normal, û em dixwazin Başûrê xwe ewle bikin.”

A

Back to top button