Polîtîk

Ji bo çi li Hewlêrê pêlavên hejmar 43-44 nehatin firotin?

Li gor agahdariyên ku gihîştine destên me, li nava bazara Hewlêrê de, vê cejna qurbanê wekî cejnên berê guhertin pêkhatine û sedema van guhertinan jî teqîna teroristiya ku meha bihurî li Hewlêrê pêkhatibû.

Her çende li gor zanyariyên xwediyê otel û hotel û mîhvanxaneyên Kurdistanê li navbera cejna bihûrî û vê cejnê de zêde gûhertin nehatiye dîtin û karê wan wekî hemû salek bi bê kêmasî berdewame û ew mazuvaniya mîhvanên xwe dikin û her wiha ji niha ve li rojên cejin de li otelan de cîh gelek kêm tê peydakirin.

Lê belê ji aliyeke din ve dikandarên li nava bazara Hewlêrê cûdahiyek li navbera danustandina cejnên berê û vê cejnê de didin zanîn û dibêjin sedema kêmbûna danustandina Hewlêrê ew teqîna teroristiya Hewlêrê bûye û eve bandorek li ser danustandina wan kiriye û vê cejnê karê wan li gor cejnên berê kêmtir bûye.

Her wiha Emîn Xwoşnav pêlavfiroşeke li Hewlêrê jî dide zanîn ku di destê wî de hejmara pêlavên 43-44 û 45 gelek zêde maye û nekariye bifroşe. Dikandar dibêje ji ber ku vê cejnê Ereb li nava bazara Hewlêrê de kêmbûbûn ji ber wê yekê jî pêlavên hejmar 43-44 û 45 nehatine firotin. Dikandar dide zanîn lingê Ereban mezine ewî wan pêlavan bi taybetî ji bo Ereban aniye û ji ber ku vê cejnê hejmara Ereban li nava bazarê de kêmbûye nekariye wan pêlavên xwe bifroşe.

Back to top button