
Dezgehê lêkolînê ORC, di navbera 23-24ê Hezîrana 2025an de, rapirsînek çêkir. Di rapirsînê de pirsî: Eger di vê yekşembê hilbijartinên parlementoyê çêbin hunê dengê xwe bidin kîjan partiyê?
ENCAM : CHP dê bi rêjeya %32.8 dengan herî zêde werbigirta. AK Partî bi rêjeya %28.2 di rêza duyemîn de ye. MHP %7.5, Partiya DEM %7.2, Partiya İYİ %5.3 û Partiya Zafer %4.3 dengan distîne.
Dezgeha Lêkolînê ORC rapirsîna xwe, di rojên 23-24ê Hezîrana 2025an de li 26 parêzgehan bi 2,350 kesan re pêkaniye.
Partiya ku di rapirsînê de herî zêde deng wergirt Partiya Gel a Komarî (CHP) ye. Bi rêjeya 32.8%. Partiya Edalet û Geşepêdanê (AK Partî) piştî CHPê bi rêjeya 28.2, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî bi rêjeya 7.5 di rêza sêyemîn de cih girt.
Rêjeyên dengên partiyên din wiha bûn:
Partiya Dem: %7.2
Partiya İyi: %5.3
Partiya Zafer: %4.3
Partiya Refahê : %4.0
Partiya Yekitiya mezin (BBP): %2.4
Partiya Xwemalî û Milli (YMP): %2.1
Partiya A: %2.0
Partiya Tirkiyeyê (TİP): %1.8
Yên din: %2.4