Cîhan

Pêvajoya agirbestê destpê kir..!

 Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê dest pê kir.

Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.

Trump di parvekirina xwe de got:

“Îsraîl û îran qasî heman demê hatin cem min û wan gotin “aştî.”Min zanîbû ku dem niha ye.

Dinya û Rojhilata Navîn serkeftiyên rasteqîn in!

Her du netewe jî dê di paşerojê de evîn, aştî û refaheke mezin bibînin.

Gelek tişt hene ku dê bi dest bixin lê eger dîsa jî ji rêya rast û rastiyê vegerin gelek tişt hene ku dê winda bikin.

Paleroja Îsraîl û Îranê bi sozên bêsînor dagirtî ye. Xweda we her duyan jî biparêze.”

Trump destnîşan kir ku Îran dê dest bi agirbestê bike û Îsraîl dê piştî saeta 12emîn dest bi sepandina agirbestê bike.

Eger her du alî pêbendî lihevkirinê bimînin dê saeta 24emîn bi awayê fermî were ragihandin ku dê şer rawestê.

Donald Trump da zanîn ku hem Îran û hem Îsraîl ji bo agirbestê bi biryar bûn û ew pîroz kirin û li pey çû:

“Gengaz bû ku vî şerî bi salan biajota û bibûya pevçûneke ku bandoreke mezin li herêmekê bike lê wiha nebû.”

Back to top button