Cîhan

Trump: Çima rejîmê naguherînin?

Şerê ku bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê di 13ê Hezîranê de dest pê kirin, piştî mudaxeleya rasterast a Amerîkayê berdewam dike. Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan “bi serkeftî hedefên li Îranê xistine”, ragihand ku hedefa li Îranê dikare guhertina rejîmê be jî.

Trump di postek li ser kanala xwe ya medyaya civakî de ragihand ku wan “êrîşek pir serketî” li ser tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Isfahanê li Îranê pêk anîne û balafir vegeriyane Amerîkayê.

Di peyama ku piştre hat dayîn de, wî peyam da ku armanc ne tenê tesîsên nukleerî lê rasterast rejîm e jî û got: “Bikaranîna peyva guhertina rejîmê ji hêla siyasî ve ne rast e, lê heke rejîma heyî ya Îranê nikaribe Îranê dîsa bi rûmet bike, çima guhertina rejîmê nebe?”

Dirûşma kampanyaya Trump ji bo hilbijartinên serokatiyê MAGA (Make America Great again) bû. Di dawiya vê postê de, wî tîpên destpêkê yên hevoka Make Iran great again, MIGA, lê zêde kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê roja Yekşemê di civîneke çapemeniyê de axivî û got ku êrîş “tenê ji bo rawestandina Îranê ji bidestxistina çekên navokî bûn, wan ne leşker an sivîlên Îranî hedef girtine, û armanc ne guhertina rejîmê bû.”

Back to top button