Polîtîk
Li Iraqê Internetê radigrin û li Kurdistanê jî azade
Bi sedema bi cîhnekirina wê biryara ku ji bo kêmkirina nirxa Internetê dabû, Hikûmeta Iraqê xizmetguzariya Internetê heta demekî kurt radigre û lê li Kurdistanê ev biryar nayê bicîhkirin û Internet li Kurdistanê azade.
Li vî derbarî de Birêveberê Giştî yê Posteya Herêma Kurdistanê ya li Wezareta Veguhestin û Gihandina Hikûmeta Herêmê Umêd Mihemed eşkere dike, ragirtina xizmetguzariya Internetê Kurdistanê li xwe nagrê û berdewamiya xwe dibe.
Her wiha eve jî dûpat kir ku kompanyayên warê Internetê ku li Kurdistanê kar dikin, muhletê ji Wezareta Veguhestin û Gihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtine û nakevin bin bandora biryara Wezareta Veguhestin û Gihandina Iraqê.