Civak

Termê Hûnêrmenda Kurd Eyşe Şan piştî 29 salan weguhaztin Diyarbekir

Termê hunermenda Kurd Ayşe Şan, ku di 18ê Kanûna 1996an de li Îzmîr a Tirkiye koça dawî kirîbû,piştî 29 salan li ser wesiyeta wê anîn Dîyarbekirê. Di bîranîna li Goristana Yenîkoyê de, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Partiya Demokratîk (Partiya DEM), hevşaredarên şaredariyê, rewşenbîr, nivîskar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Termê Ayşe Şan, li ser milên jinan ber bi gora ku ew ê lê were veşartin ve hat hilgirtin.

Piştî veşartinê, Sarya Ertaş, yek ji mamosteyên Ma Music, kilamek got.

Kurê Ayşe Şan, Murat Kersen, piştî veşartinê axivî û got, “Ayşe Şan êdî ya Kurdan, ya hevwelatiyên xwe ye.” Siyasetmedar Yüksel Avşar got, “Ez hestek di navbera girî û negirîn de hîs dikim. Me hemûyan beşdarî Ayşe Şanê kir. Ez difikirim ku ev hesret îro bi dawî bûye. Gelê Kurd wê hembêz bike. Xwezî me ew 30 sal berê anîba vir û hesreta wê nejiyaba. Wê gelek sirgûn kişandiye…”

Back to top button