Supaya Pasdaran: Me li navendeke MOSSADê ya li Tel Avîvê da

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan êrîşeke mûşekî ya “hûr” biriye ser navendeke MOSSADê ya li Tel Avîvê û di encamê de agir bi baregehê ketiye.
Supaya Pasdaran a Îranê îro 17ê Hezîranê di daxuyaniyekê de belav kir: “Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran, îro serê sibehekê êrîşeke hûr û bibandor biriye ser navenda îstixbarata leşkerî ya Artêşa Îsraîlê ku wek ‘Aman’ tê naskirin, herwiha li navenda plansazî û ‘terorê’ ya girêdayî MOSSADê ya li Tel Avîvê xistiye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tevî sîstema berevaniya asmanî ya pir pêşketî ya Îsraîlê, êrîşa me li armancên xwe xist û di encamê de agir bi wan cihan ket. Ev yek derbeyeke stratejîk bû ku me li dezgeha îstixbarata Îsraîlê da.”
Supaya Pasdaran herwiha da zanîn: “Ev pêngav, di çarçoveya bersivdayîneke bibiryar a ji bo êrîşan de ye. Em ê di girtina tedbîrên pêwîst de ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyên xwe berdewam bin.”