Cîhan
Îsraîlê kuştina Elî Şadumanî ragihand

Artêşa Îsraîlê diyar kur ku wan Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatem El Enbiya Elî Şadumanî kuştiye.
Artêşa Îsraîlê Şadmanî bi vî rengî nasandiye ku “bilindtirîn fermandarê leşkerî” yê Îranê ye û kesê herî nêzîk ê Rêberê Dînî yê Komaara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye.
Îranê ti daxuyanî li ser kuştina Elî Şadumanî nedaye.
Piştî kuştina Xulam Elî Reşîdî Elî Şadumanî ji aliyê Elî Xamineyî ve wekî Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatem El Enbiya hatibû erkdarkirin.