CîhanRojev

YE, cezayên li ser Sûriyê rakir

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku hemû dorpêçên li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin rake. Tê payîn ku paşê daxuyaniyek fermî li ser mijarê were dayîn.

Li gorî AFPê, daxuyaniya fermî dê êvarê were dayîn.

Kaja Kallas, Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) beriya civînên ku wê wezîrên derve û parastinê yên welatên YEyê di heman rojê de li Brukselê bicivin, daxuyaniyek da rojnamevanan.

Kallas diyar kir ku wezîrên derve dê li ser rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê nîqaş bikin, got: “Ez hêvî dikim ku em îro li ser rakirina dorpêçên aborî li hev bikin.”

Kallas got ku welatên YEyê berî civînê li ser vê mijarê nîqaşên dijwar kirine û wiha got: “Nîgeranî hene ka gelo hikûmet (li Şamê) ber bi rêça rast ve diçe, lê ez difikirim ku ti bijarteyek me tune. Yan em derfetê didin wan ku welêt aram bikin, yan jî em nadin û tiştek mîna ya li Afganistanê çêdibe heye.” nirxandinek kir.

Kallas diyar kir ku biryara Amerîkayê ya ji bo rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê gaveke erênî ye û tekez kir ku YE di vî warî de pêşeng e.

Cezayên YE li dijî Sûriyê

Ambargoyên YEyê li ser Sûriyê di Gulana 2011an de, piştî destpêkirina şerê navxweyî dest pê kirin.

Tedbîrên sînordarker ên takekesî, wek qedexeya seferê û cemidandina mal û milkên wan, li dijî kesên ku bi rejîmê re têkildar in û ji binpêkirinên mafên mirovan berpirsiyar têne dîtin, hatin girtin. Navên krîtîk ên di nav derdora nêzîk a rejîmê de, ji Beşar Esed bigire heta wezîran, di lîsteyê de cih girtin.

Herwiha, YEyê sizayên sektorî li ser Sûriyeyê ferz kirine, ku sektorên ku di dilê tora darayî ya rejîmê de ne hedef digirin. Di vê çarçoveyê de, îtxalkirina petrola xav û berhemên petrolê, hinardekirina kelûpelên ku dikarin hem ji bo armancên leşkerî û hem jî ji bo sivîl werin bikar anîn, û hin alavên ragihandinê hatin sînordarkirin. Cezayan her wiha fînansekirina hin destpêşxeriyan û projeyên binesaziyê jî di nav xwe de digirt.

Di 24ê Sibatê de, YEyê ragihand ku wê biryar daye ku dorpêçên li ser sektorên wekî banka, enerjî û veguhastinê yên li dijî Sûriyê “rawestîne”.

Karbidestên YE tekez dikin ku biryarên derbarê rakirina dorpêçan de “vegerandinbar” in û rewşa li welêt bi baldarî tê şopandin.

Back to top button