Hindistanê êrîşê Pakistanê û Keşmîrê kir
Artêşa Pakistanê ragihand ku Hindistanê li sê cihan bi mûşekan êrîşî welat û Keşmîra ku di bin kontrola wê de ye kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 8 kesan, ku zarokek jî di nav de ye, jiyana xwe ji dest dane, 35 kes birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.
Ev daxuyanî ji aliyê berdevkê artêşa Pakistanê ve li ser televîzyona dewletê hat dayîn.
Hikûmeta Hindistanê her wiha ragihand ku wan êrîşî neh xalan li Pakistan û Keşmîra ku ji hêla Pakistanê ve tê rêvebirin kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Muhammed Ishaq Dar got ku di êrîşên Hindistanê de heşt sivîl hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.
Ofîsa Ragihandinê ya Hindistanê (BIA) derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşê li dijî “armancên” li Pakistan û herêma Azad Keşmîrê, operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de,hat îdiakirin ku bi tenê “Bingehên leşkerî yên Pakistanî kirine armanc”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev gav piştî êrîşa li Pahalgamê hatine avêtin û “kesên berpirsiyar wê hesab bidin”.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên nenavkirî yên di çapemeniya Hindistanê de ragihandin ku hemî yekîneyên parastina hewayî li ser sînorê Hindistan-Pakistanê “ji bo bersivdayîna her cûre îhtîmalan” hatine aktîfkirin.
Çavkaniyan got ku êrîş bêyî ku bikevin nav axa Pakistanê hatine kirin.
Li gorî nûçeya NDTV, hat ragihandin ku di êrîşa Hindistanê ya li ser Pakistanê de bombeyên rêberkirî yên Hammer ên çêkirî yên Fransayê û mûşekên krûz ên “Scalp” hatine bikar anîn.
Piştî bûyerê, hat ragihandin ku Balafirgeha Srinagarê ya li herêma Jammu û Keşmîrê ya Hindistanê ji bo firînên sivîl hatiye girtin.


