Yemenê bi fûzeyan êrîşî Îsraîlê kir, dengê sîrena hat bihîstin!
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî fuzeya balîstîk a ji Yemenê hat avêtin, li bakur sîren hatin lêxistin. Encamên destpêkê nîşan didin ku sîstema parastina hewayî mûşek astenkkiriye. Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê hatiye kirin.
Îsraîlê ragihand ku ji ber mûşeka balîstîk a ji Yemenê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatiye avêtin li gelek herêman sîren hatine lêxistin.
Di daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (ÎDF) de hat ragihandin ku ji Yemenê fuzeya balîstîk ber bi bakurê Îsraîlê ve avêtiye. Li Heyfa, Kiryat Ata û Celîlya Rojava li gelek herêman sîren hatin lêxistin û li gor tespîtên ewil hat diyarkirin ku pergala berevaniya esmanî fuze têk biriye.
Di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûn, hat ragihandin ku hin sivîl ji ber panîkê sivik birîndar bûne û xwe spartine stargehan.