Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne
Hat ragihandin ku Amerîkayê dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê(Rojavayê Kurdistanê) kiriye.
Rojnameya New York Times (NYT) nivîsî ku Washingtonê 3 ji 8 baregehên xwe yên leşkerî li bakurê Sûriyê girtine û dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameyê ku ji zarê du berpirsên pilebilind ve hatiye belavkirin, Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê kêm dike.
Di raporê de hat îdiakirin ku Amerîkayê di çarçoveya plana girtina sê ji 8 baregehên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê de, dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kiriye. Rojnameyê dîmenên vekişîna leşkerên Amerîkî belav kir û diyar kir ku dê hejmara leşkerên Amerîkî li Sûriyê ji derdora 2000 bû dê1400 werin kêmkirin. Rojnameyê pêşniyar kir ku sê ji heşt baregehên leşkerî yên Amerîkî têne girtin. Hat îdiakirin ku leşkerên Amerîkayê yên li baregeha Qada Gazê ya Konîko ya li Dêrezorê vekişiyane Hesekê.
Di dema ku îhtimala vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, ku piştî rûxandina rêjîma Esed ketiye pêvajoya ji nûve avakirinê, di van rojên dawî de di rojevê de ye, rojnameya Amerîkî Washington Post (WP) îdia kir ku nêzîkatiya rêveberiya Donald Trump ji herêmê re bi perspektîfek teng ve sînordar e. Rayedarên ku ji rojnameyê re axivîn, diyar kirin ku armanca sereke ya Koçka Spî avêtina gavên ku di serî de xizmeta berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyê bike ye û di vê çarçoveyê de siyaseta sînordarkirina bandora muhtemel a Îran û Rûsyayê tê meşandin. Hêjayî gotinê ye ku Trump di daxuyaniyên xwe yên heta niha de tu eleqeya xwe bi Sûriyê re nîşan nedaye, hat îdiakirin ku DYA piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya nû ya Şamê bi lîsteya 8 xalan a daxwazên ku meha borî ji rêveberiya Ehmed Şare re ragihandibûn ve girêdaye.